Siyasetmendarên jin: Deklarasyon dîrokî ye

  • 09:11 28 Îlon 2021
  • Rojane
ENQERE - Siyasetmedarên jin deklarasyona HDP’ê nirxadin û diyar kirin ku deklarasyon dîrokî ye. Ji siyasetmedarên HDP'ê Pero Dundar têkildarî mijarê wiha got: “Her kes dizane pirsgirêk bi kê re tê çareserkirin, bi kê re tê runiştin û bi kê re tê kirin. Me tenê helwesta xwe got.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê pirsgirêkên li Tirkiyeyê, çareserî û muxataban de bi dirûşma ‘Ji bo aştî û demokrasiyê bang’ deklarasyonek ji 11 xalî pêk dihat aşkera kir. Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin û her wiha hat destnîşankirin ku divê meclis zemîna diyalog û çareseriyê ava bike, bi rêbazên muzakereya demokratîk ji bo pêşeroja hemû civakê bibe pêşeng. Her wiha di deklarasyonê de li ser zimanê dayikê û mafê nasnameya gerdûnî hat sekinandin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîtîg, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren û Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya ji nû ve ya Sosyalîst Canan Yuce der barê deklarasyonê de axivîn.
 
‘Destûrek bingehîn a hemû kesî dihewîne’
 
Parlamentera Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn deklarasyon tahlîla Tirkiyeyê dihewîne û wiha dirêjî dayê: “Tirkiye di gelek alî de di krîzê de ye. Di deklarasyonê de tê îfadekirin ku alî aborî, siyasî, civakî û rejîmê de krîzek tê jiyîn. Me di bin sernavan de pêşniyar kirin. Ji sernavê jinan bigire heta ekolojiyê, ji aboriyê bigirin heta demokrasiyê, ji sernavê destûra bingehîn bigirin heta ciwanan, ji perwerdeyê bigirin heta gelekên din, pêşniyar hene. Nîqaşek destûra bingehîn ya ku her kesî dihewîne îfade dike. Di sernavê jinan de ji Peymana Stenbolê bigirin heta rakirina qanûnên zayendperest û rakirina rolên zayenda civakî gelek sernav hene.”
 
‘Mijar avakirina welatekî demokratîk e’
 
Gulîstanê bi lêv kir ku der barê ku ji vê krîza rejîmê çawa dikare bê derketin de jî nexşerêyek hatiye pêşniyarkirin û nirxandina xwe wiha domand: “Ev deklarasyoneke ku bi hemû civakê re, mezinkirina têkoşînê hedef dike ye. Ji hilbijartinê wêdetir, Tirkiye dikare çawa ji nû ve bê avakirin? Em dikarin çawa Tirkiyeyê demokratîk bikin, em çawa dikarin komareke demokratîk  ava bikin?Deklarasyon ji van nîqaşan re ji cihekî baş bû bersiv.  Ev deklarasyon bang li her kesî dike. Deklarasyoneke der barê veguhertina teşeyê siyaseta li Tirkiyeyê ye.”
 
‘Ev banga HDP’ê dîrokî ye’
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî  destnîşan kir ku HDP demek dirêj e ji bo krîzên cuda yên civakî tespît bike kampanya meşandiye û got: “Ewil ‘kampanya edeletê’ dawî ‘Em HDP’yî ne, li her derê ne’ û piştre jî kampanyaya der barê xizaniyê de meşand. Di encama vê de daxwazên jin, bindest, ciwan, kedkar, karkeran girtin. Ev deklarasyon nîşandana daxwazan e. HDP’ê bi vê deklarasyonê  banga ‘Em ji bo çareseriya van pirsgirêkan namzet in, çi ji destên me bê em amade ne’ kir. Banga yekitiyê tê kirin. HDP’ê dem bi dem ev bang dikir lê di pêvajoyeke ku krîz evqas giran bûne de bangek wisa dîrokî ye.”
 
‘Deklarasyonek dîrokî bû’
 
Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Demek dirêj e li Tirkiyeyê krîzek giran û pirsgirêkek cidî ya nerêvebirinê heye. Li dijî van krîzan ji gelên Tirkiyeyê îtîrazên cidî hene. Her kes di lêgerîna rê û rêbazê de ye. Hevserokên me  deklarasyonek aşkera kirin û ev banga ji bo aştî, demokratî û edaletê ye. Bi vê deklarasyonê ji bo hemû gelan, bawerîyan nexşerê pêşkêş kir. HDP’ê rêgezên ku bi salane têkoşîna wê dide bi rayagiştî re parve kir. Ev deklarasyonek girîng û dîrokî ye. Ev demek dirêj e li hember partî, têkoşîna me êrîş hene. Ev deklarayson ji bo gelan û ciwanan bû hêvî. Her wiha rê û rêbaza çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye.”
 
‘HDP amade ye’
 
Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun jî destnîşan kir ku piştgiriyê didin hemû xalên deklarasyonê û got perspektîfeke ku balê dikişîne ser jin, gelê kurd, hemû gel, karker, ciwan, xweza û her tişt e. Elîfê wiha dirêjî dayê: “HDP bi hemû kesên ku ji van rêgezan re dibêje erê, amade ye bimeşe. Der barê hinek tifaqand e hinek nûçeyên spekulasyonê hene. HDP di esasa van rêgezan de bi hemû kesên ku bi wan re be, amade ne bimeşin. Bi taybet giranî dane jinan û ev ji bo me pir girîng e.”
 
‘Sekna me, rêgezên me hene’
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî wiha vegot: “Deklarasyon encama xebatên ku heta niha hatine meşandinê ye. Li gorî hewcedarî û ji bo bersiva krîzên li Tirkiyeyê tên jiyîn, di dema pêwist de hatiye aşkerakirin. Der barê pirsgirêka kurd de nîqaş tên meşandin. Hemû aktor li ser HDP’ê nîqaşê dimeşînin.  Hem bendewariya desthilatdariyê hem ya muxalefet û hem jî ya civakê heye. Ji ber vê jî me hewce bi deklarasyonê dît. Sekin û rêgezên me hene. HDP gel e, jin e, ciwan in. Me jî gotina xwe got. Pirsgirêka kurd bûye pirsgirêka esas a Tirkiyeyê. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk nikare çareser bibe. Ji ber vê jî ev hefteyeke cîhan pirsgirêka kurd nîqaş dike. Her kes dizane pirsgirêk bi kê re dikare bê çareserkirin. Me helwesta xwe got. Me got em ne di tifaqên ji bo berjwendî û ji bo hilbijartinê tên kirinê de ne. Em di nava tifaqek ku tê de gel, ciwan, jin hene de ne. HDP tenê dikare pirsgirêka kurd çareser bike. Aliyek, aktorek e. Ji bo vê me hewce bi deklarasyonek wisa dît.”