Stranbêj Merve: Werin em bi zimanê xwe xwedî li çanda xwe derkevin

  • 09:09 28 Îlon 2021
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Stranbêja ciwan Merve Admîş a ku di temenê zarokatiyê de dest bi xebatên muzîkê kiriye û stranbêjiyê dike, anî ziman ku ew ji mûzîka kurdî gelek hez dike û got: “Divê hemû kurd xwedî zimanê xwe derbikevin. Ger ku ziman tune bibe çand û hûner jî dê tune be. Lewra jî werin em bi hev re çand û hûnera xwe bi zimanê xwe biparêzin.”
 
Wekî ku her tim em tînin ziman çand û hûner bi keda jinê heta vê rojê hatiye. Li dijî hemû êrîşên îqtîdarê hûnermendên jin ên kurd bi zimanê xwe çand û hûnera xwe parastine. Hûnermendên kurd ku ev çand heta roja îro bi zimanê kurdî û bi dengê xwe yê xweş anîne ji aliyê civaka xwe ve jî gelek hatine hezkirin. Ji van hûnermendan yek jî Merve Admîş e.
 
Merve ya ku 19 salî ye, di nav malbatek welat parêz de hatiye dinyayê. Merve ya ku ji navenda Şirnexê ye, piştî demekê bi malbata xwe re koçî navçeya Silopiya Şirnexê dike. Merve ji zarokatiya xwe ve dest bi gotina stranan kiriye. Piştî ku Merve tê Sîlopiyê jî têkiliya xwe bi muzîkê re qut nake. 
 
Merve, li ser mûzîk û zimanê kurdî nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
 
Merve, anî ziman ku bi malbatî dengê wan xweşe û ji bo muzîkê guncav e û  berdewam kir, "Eleqeya min a ji bo muzîkê di zarokatiyê de dest pê kiriye. Dema ez hîn zarok bûm cara yekemîn min stran got. Berê ew telefonên biçûk hebûn. Min ji telefonê stranên kurdî gûhdar dikirin. Bi taybetî dengbêjiyê bala min dikişand.  Ji ber vê yekê jî min bi stranbêjiyê dest bi mûzîkê kir. Di dibistanan de ji bo ku di aliyê mûzîkê de xwe pêş bixim tim bi mamosteyan re di nav têkiliyê de bûm. Min ji mamosteyên xwe perwerde girt û min ji aliyê amûrên muzîkê de jî  xwe pêş xist. Min cara yekem di aliyê gîtarê de xwe pêş xist. Jiyana min tim di nav mûzîkê de derbas dibe. Hem li derve û hem li malê min tim stranan digot û amûrên muzîkê lê didan.”
 
‘Botan bi xwe bi stran û mûzîkê tê nasîn’
 
Merve li dijî temenê xwe yê biçûk û nûbûna wê li qada mûzîkê ji aliyê gelê Botanê ve bi stranên dibêje tê nasîn. Merve wiha berdewam kir: “Botan bi xwe bi stran û mûzîkê tê nasîn. Ji ber vê yekê jî mûzîk gelek bala gelê Botanê dikişîne. Lê dema li Botanê strabêjek jin dertê zêdetir bala wan dikişîne. Ji ber ku hûnermendên jin zêde tune ne. Dema stranbêjin jin û ciwan pêş dikevin bala civakê dikişîne. Her wiha ji aliyekî ve jî jinên ku dixwazin bibin stranbêj an jî mûzîsjen car caran tên astengkirin jî.  Ez niha li ser rêya hunermendan dimeşim û dixwazim bibim hunermendeke baş.”
 
‘Ez dengbêjiyê gelek hez dikim’
 
Merve, diyar kir ku bi taybetî tarza dengbêjiyê bala wê dikişîne û xwe li ser pêş dixe û wiha pêlda axaftina xwe: “Ez dengbêjiyê gelek hez dikim. Ji ber vê yekê bi taybetî stranên dengbêjan dixwazim bibêjim. Lê carna stranên din jî dibêjim. Min hîn bi xwe jî perwerdehiyek taybet wekî dixwazim negirtî ye. Di aliyê mûzîk û stranbêjiyê de ez ê perwerde bigirim  û xwe pêş bixim. Ez ji hemû hûnermendên kurd hez dikim. Hemû hûnermendên kurd ji bo min wek hevin. Ez mûzîk û tarza hemûyan jî hez dikim. Lê ji aliyekê ve jî bi taybetî hûnermendên berê gelek bala min dikişînin.”
 
‘Divê mirov bi zimanê xwe stranan vebêje’
 
Merve, bilêv kir ku tişta herî girîn ew ku stranbêjek bi zimanê xwe stranê xwe  bibêje û li ser girîngiya ziman wiha got: “Zimanê kurdî zimanê min û dayikê ye. Ger ku ez îro bi zimanê xwe stranan nebêjim wê demê ez nebêjim stranbêjim û hûnermendim. Ez ne li dijî zimanê dinê me. Lê divê mirov bi zimanê xwe stranan vebêje. Ji bo ku ez êş, kêfxweşî, şahî û xemginiya xwe bînim divê bi zimanê xwe vebêjim. Ji ber ku mirov bi zimanê xwe dikare bîne ziman. Divê mirov bi zimanê xwe bide nasîn û fêm kirin. Divê mirov paşeroj û nasnameya xwe ji bîr neke. Divê mirov êşa kurdewariyê bîne ziman û bide nasîn. Ji ber vî yekê jî divê her ciwanek me bi zimanê xwe biaxive û stranan bibêje. Ji zarokatiya me heya niha neheqiyek mezin li me jî hatiye kirin. Divê em vî qebûl nekin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin û stranan bibêjin. Li ser zimanê me tim polîtîqayên asîmîlasyonê tên meşandin. Ez gelek bişansim ku min xwe zû nas kir. Ji ber ku di nav mûzîka kurdî de cih girtim û kurdî jî bi wê re baştir hîn bûm. Ji aliyekî ve jî ez niha xwe li ser ziman pêş dixim.”
 
‘Em ê ji her roj zêdetir xwedî zimanê xwe derbikevin’
 
Merve, bal kişand ser êrîş û asîmîlasyonên li dijî kurdî tên kirin û wiha pê de çû: “Li dijî zimanê me êrîşên ku tên kirin gelek zêde bûne. Dema em kurd bin di her aliyê de êrîşên nijadperest li dijî kurdan tên kirin. Ji ber ku em kurd in ji bo wan hincetek mezin e û êrîşî me dikin. Ji bo ku civaka kurd tune bikin dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Lewra jî îro li dijî zimanê kurdî di her aliyê de êrîş tên kirin. Lê belê bila ew jî baş bizanibin ku çi dikin bila bikin em ê dev ji zimanê xwe bernedin. Em ê ji her roj zêdetir xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ê bi zimanê xwe li her cihê stranan bibêjin. Armanca wan ew e ku bi van êrîşan dixwazin zimanê me ji holê rabikin. Em xebatên xwe yên çand û hûnerê bi zimanê xwe dikin. Ji ber  vî yekê îktîdar hem êrîşê ziman û hem jî êrîşê çand û hûnera kurd dike. Ya ku îro me pêşve bibe çand û hûnere. Divê em xwedî çand û hûnera xwe derbikevin. Ger ku zimanê kurdî bê tunekirin mûzîka kurdî jî dê bê tunekirin. Her wiha dema mirov lê dinere heta îro gelek stranên me ji aliyê hûnermendên tirk ve hatine werger kirin û dizîn. Divê em hertim xwedî çand û hûnera xwe derbikevin.”
 
‘Bia malabtên kurd zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin’
 
Merve, di dawiya axaftina xwe de got perwerdehiya zimanê kurdî di nava malbatê dest pê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê jî banga min ji malbatê ew e ku bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Divê zimanê kurdî fêrî zarokên xwe bike. Ger ku zarok di temenê zarokatiyê de bê asîmîlekirin û zimanê xwe fêr nebe êdî fêrê zimanê xwe nabe. Bila hemû malbatên me yên kurd xwedî zimanê xwe derkevin. Destûrê nedin ku bên asîmîlekirin. Bila çand û hûnera kurdî fêrê zarokên xwe bikin. Zimanê me zimanek pîroz e. Werin em bi hevre çand û hûnera xwe bi zimanê xwe bînin ziman.”