Ayşe Acar Başaran: Em ê di serdema bê de bêhtir bixebitin

  • 11:21 27 Îlon 2021
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ANKARA - Berdevka Meclisa JInê ya HDP'ê Ayşe Acara Başaran, diyar kir ku wan di du rojên Konferansa Rêveberiyên Herêmî de gelek kêmasî tespît kirin û derbarê van kêmasiyan de biryarên girîng girtine. Ayşe anî ziman ku ew ê bi wan biryaran re di serdema bê de hîn bêhtir bixebitin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Li Stenbol û Amedê di 18'ê Îlonê de derbarê rola jinê di rêveberiyên herêmî de atolye li dar xistibû. Di atolya li Amedê hat lidarxistin de, "Kmêasiyên di warê hevserokatiyê de çi ne?" hatibûn destgirtin û li Atolyeya Stenbolê di jî mijarên wekî "Hîn baştir vegotina pergala hevserokatiyê", "Xizaniya jinê û têkiliya wê bi rêveberiyên herêmî re", "Bi perspektîfa jinê bajarvanî" hatibûn niqaşkirin. Encamên ji atolyeyan hatin derxistin jî di 25-26'ê Îlonê de di "Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî"  û "Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de" bi awayekî berfireh hatibûn destgirtin. Encamnameya konferansê jî wê di rojên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.
 
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Glan (HDP) Ayşe Acar Başaran li ser Konferansa Rêveberiyên Herêmî ku wê di pêşerojê de pêvajoyeke çawa bidin meşandin nirxandin kir.
 
'Em rêvberiyeke çawa dixwazin?'
 
Ayşe diyar kir ku ew cara yekê Konferansa Rêveberiyên Herêmê pêk tînin û got, "Me wekî amadekarî li gelek bajaran civîn li dar xist. Li Amed û Stebolê bi jinan re me atolye li dar xistin. Di van atolyeyan de me mijara "Em rêveberiyeke herêmî ya çawa dixwazin" niqaş kir. Ji ber ku rêveberiyên herêmî dema ku mirov li profîla tirkiyeyê jî binêre cihekî berfireh digirin. Divan rêveberiyan de jin ji bo ku ji xwe re cih bibînin gelek zahmetiyan dikişînin. Mirov dikare vê istatistîkê li tirkiyeyê bi hezarn pênase bike. Kotaya jinê ku di pêşengiya tevgera kurd û tevgera jinên kurd de hat pêşxistin bû sedem ku jin di hin şaredariyan de bibin hevşaredar û di rêveberiyên herêmî de bêhtir cih bigirin. Lê vê jî tabloya heyî zêde neguhert."
 
'Rêvberiyên herêmê yên demokratîk dikarin bên avakirin'
 
Ayşe anî ziman ku rêveberiyên herêmî bûne navenda rantê  û got ku dema bahsa şaredariyê tê kirin rant û îqtîdar tê bîra her kesî. Ayşe wiha berdewam kir, "Di serdemên berê de şaredarên ku wekî 'reîs' dihatin serî, jin û pirsgirêkên civakî nedihatin bîra tu kesî. Ji ber ku em piyê herî girîng ê pêşketina demokrasiyê jin dibînin di encama niqaşên rêvberiyên herêmî çawa dikarin bên demokratîk kirin de em têgihîştin ku bi hebûna jinan ev rêveberî dikarin demokratîk bibin."
 
'Mekanîzmaya ku pergalê vediguhere'
 
Ayşe diyar kir ku ji rêveberiyên herêmî heta bi pergala hevserokatiyê jin tenê ne bi hebûna xwe bi erka ku bigirin wê bikaribin pirsgirêkên civakê çareser bikin û ev jî di encama pergala hevserokatiyê de derketiye holê. Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em dibînin ku di rêveberiyên herêmî de tenê pêdiviyên mêran tên dîtin. Ji ber wê me mekanîzmayeke ku nûnertiya wekheviya jin û mêr esas digir danî holê. Li gelek deverên cîhanê pergala hevserokatiyê heye. Lê di rêveberiyên herêmî de yekemîn tê qebûlkirin. Cara yekê me ev pergal ava kir û ev pergal wê mekanîzmayeke ku wê pergala heyî veguherîne."
 
'Bi pergala hevserokatiyê em ketin malan'
 
Ayşeyê diyar kir ku di rêveberiyên herêmî de bicihkirina nûnertiya jin û mêr ya wekhev gelek zamet eû got, "Hûn hewldin ku bi vê veguhrtinekê çêbikin. Me bi van atolyeyan re niqaşên wekî hevserokatî çi ye? Em çawa dibînin? Gelo tenê parvekirina paldankê di navbera du hesan de ye meşandin. Bi wan niqaşan re me dît ku di piştderiyên de mêr dibin xwedî gotin û me xwest ku em van deriyan li jin , civak û welatiyan vekirin. Dema ku kes diçûn şaredariyan derî girtî bûn. Ji bo ku kesan xwe bigîhanda şardar divê hinek bikira navberê. Lê me ev perggal hilweşand û me bi pergala hevserokatiyê re şaredartî ket nava malan û me xest ku jin jî gotina xwe bibêjin. Em bi perspektîfa azadiya jinê nêz dibin."
 
'Bajarekî bi ekolojiyê re li hev hatî'
 
Ayşe diyar kir ku wan xwestine rêveberiyên herêmê li gorî pêdiviya welatiyan dizayn bikin û got, "Şardariyên niha pêdiviyên civakê ji nedîtî ve tên û bi nêrîna pergala baviksalar a mêr tên rêvbein. Şaredarî bi nêrîna îqtîdara mêr avahiyên gelek bilind ku qatên wan gelek zêde ne li bajaran çêdikin  û jiyana ekolojîk tune dihesibînin. Rêveberiyên herêmê dikarin gelek qadan ji bo îstihdamê vekirin. Lê îstîhdama heyî li ser xwe dewlemendkirinê ye. Lê bi perspektîfa me û bi pergala hevserokatiyê re ji jinan re qadên îstîhdamê hatin vekirin û nûnertiya wekhev a jin û mêr li şaredariyan ket meriyetê. Pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a demokratîk, pêdiviyên civakê dibîne û bi perspetîfa ekolojîk a azadî xwaziya jinê ye."
  
'Em ê biyrayarên xwe bikin meriyetê'
 
Ayşe wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em çawa dikarin rêveberiyên herêmî bi hêz bikin? mijara me ya niqaşê bû. Hemû daneyên ku me ji civîn û atolyeyan bi dest xistin me di konferansa ku du rojan berdewam kir de nirxandin. Megot em dikarin çareseriyeke çawa pêk bînin?  Gelek şaredariyên me bi qeyûman hatin desteserkirin. Dibe ku şaredariyên me bi qeyûman hatibin desteser kirin lê ev pergala hevserokatiyê ji ber ku ne li gorî berjewendiyên îqtîdarê bû jî hat xwestin ku ji holê bê rakirin. Lê me şaredartî tenê wekî avahiyên şaredariyan nedîtin. Di serdema bê de emê kêmasiyên xwe yên heyî temam bikin û em ê bêhtir bixebitin."