‘Hebûna JINNEWS'ê baweriyê dide jinan’

  • 09:42 25 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 4’emîn salvegera damezrandina ajansa me, jinan nêrînê xwe anîn ziman û diyar kirin ku li dijî zimanê zayendperest yê çapemeniyê, zêdebûna weşanên wek JINNEWS yên rojnamegeriya jinê dikin, gelek girîngin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî got: "Li gorî min JINNEWS, berdewamiya rojanamegeriya Gurbetellî Ersoz e. JINNEWS rojnamegeriya jinê dike, pirsgirêkên jinan tîne ziman." 
 
Ajansa me JINNEWS ku di 25’ê îlona 2017’an de bi dirûşmeya "Bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de" dest bi jiyana weşanê kir, 4’emîn salvegera xwe pîroz dike. Bi kelecana salên ku me bi jinan re derbas kiriye, em 4’emîn salvegera xwe pêşwazî dikin û bi vê wesîleyê me mîkron ji bo ajansa xwe dirêjî jinan kir.
 
'Hebûna JINNEWS'ê baweriyê dide jinan
 
Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut: Em 4’emîn salvegera JINNEWS'ê pîroz dikin. Ji ber hemû jinin, li cîhanê jî yekemin e. Em dayik jî xwe ligel wan rehet hîs dikin. Başe ku ew hene.
 
Teknîkera laboratuvarê Gulay Akgul: Di vê pêvajoya ku jin rastî her cureyê şîdetê tên, hebûna JINNEWS'ê baweriyê dide jinan. Riya mezinkirina vê baweriyê jî ji piştevaniya jinan derbas dibe. Ji ber hemû xebatkar jinin, girîngiya wê zêdetire ji bo me. JINNEWS ji ber jinan ji nêz ve dişopîne, pirsgirêkên jinan dizanin, baweriya me jî zêde dibe. Divê saziyên ku têkoşina jinê dibînin zêdetir bin ku ji çanda serdest ya mêr dûr bikevin.
 
‘Hebûna wê serbilindiye’
 
Xwendekar Menal Ayirtman: Hebûna JINNEWS'ê min serbilind dike. Wek xwendekar û jinek ciwan, ji hebûna JINNEWS'ê gelek kêfxweşim. Ez xwe ewle dibînim. Gelek jin tên qetilkirin. Gelek jin bi fikara mirinê dijîn. Ji ber ku JINNEWS bû dengê me, spas dikim. Ez kêfxweşim. Bi hêviya salên dirêj. Başe ku heye û bi me re ye.
 
Kedkara malê Ayşen Uzar: Hebûna ajanseke ku dengê jinan dide bihistin me kêfxweş dike. Ez keda hemû jinan pîroz dikim. Yekitiya jinan wê şîdetê bidawî bike. JINNEWS mînake. Ez wan pîroz dikim. Hêvîdarim saziyên wisa zêde bibin. Li ser vê axê hewcedarî bi vê heye. Hezar car pîroz be.
 
'Jinên kurd pêşengtiyê dikin'
 
Ebru Gunay: Ez çaremîn salvegera wan pîroz dikin. Başek ku JINNEWS heye. Em di pêvajoyeke ku zext û zilm tê jiyîn de derbas didin. Heqîqet tê reşkirin. Dema nûçeyên jinan dibin ev zêdetir tûj dibe. Bi taybet dixwazin heqîqeta jinan veşêrin, serê kuştinên jinan veşêrin, gumanbaran biparêzin. Ji ber vê nûçegîhaniya jinê gelek girîng û watedare.  Ez ji ber vê ji JINNEWS'ê re spas dikim. Der barê jinan de ajanseke nûçeyan ya ku gotina xwe xurt dibêje ye. Bi taybet jinên kurd pêşengiya vê dikin û ev tiştekî girîng îfade dike.
 
'4'emîn salvegera JINNEWS'ê pîroz be'
 
Rojanemger Burcu Yildirim: Bila çaremîn salvegera JINNEWSê pîroz be. Ev di esasê de ne tenê salvegera ajansê ye, salvegera têkoşîna jinê ye jî. Ji bo me hemûyan bu pêngavek mezin. Di van rojên ku şîdeta li ser jinê zêde bûye de, bihistandina dengê jinê û ji bo pêşîgirtina li ser jinê têkoşîn dayîn gelek girîng e. Di demên dawî de yek ji tiştên ku herî zêde jin hewce pê dibînin, dengê wan bê bihistinê, dengê wan bibe yek û di jiyanek azad û wekhev de cih girtine. JINNEWS jî vê dike jiyanê. Di heman demê de li herêmê mînakên rojnamegeriya jinê nîşanê me dide. Em şîdeta li ser jinê bi JINNEWS'ê re dibihîzin.  Di heman demê de dibe deng û bîhna jinan. Em di vî alî de  xebatên wan yên serkeftî ji nêz ve dişopînin. Bi hêviya gelek salan û bi hêviya ku jin bi hev re bimeşin û bi hev re dengê xwe bilind bikin.
 
'Em ji JINNEWSê hez dikin'
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn: Li gorî min JINNEWS, berdewamiya rojnamegeriya Gurbetellî Ersoz e. Li erdnîgariya me zêdebûna rojnamegerên jin girîng e, zêdebûna rojnamegerên jin yên kurd zêdetir girîng e. Ji ber vê jî di alî rojnamegeriya jina kurd de belkî jî tiştekî yekem ya girîng e, ji ber vê ez girîng dibînim. JINNEWS di heman demê de rojnamegeriya jinê dike, pirsgirêkên jinan tîne ziman. Dema nasnameya jin û kurd tê cem hev xwe nerehet dike. Ji ber vê jî rastî gelek astengiyan tê. Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî yên îmze dike dertê û astengiyan derdixe. Herî zêde jî JINNEWS rastî astengiyan tê. Em ji JINNEWS'ê hez dikin, em ji JINNEWS'ê re azadiyê dixwazin.
 
'Başe ku JINNEWS heye'
 
Edîtora Ekmek û Gul Sevda Karaca: Tevî ku bi dehan carî rastî astengiyan hat, tevî ku xebatkar û rojnamegerên wan rastî zextan hatin, hatin binçavkirin, tehdîdkirin jî bi dehan rojnamegerên jin di JINNEWS'ê de xwe gîhandin. Ger ku ev înat û berxwedêriya JINNEWS'ê tunebûna  wê çîroka jinan kêmtir cih bigirta. Ez çaremîn salvegera wan pîroz dikim.
 
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan: JINNEWS ji bo min tê wateya ku hişmendiya jinê bi nûçegîhaniyê re hatiye gel hev e. Li erdnîgariya me û hemû cîhanê zextên mezin li hember jinane. Bêguman jinên kurd rastî tûndiyên giran tên. Di bin navê nasnameyê de rastî şîdeta dewletê tên. Salên dawî de rojnamegerên jin yên kurd ji ber nûçeyên çêdikin tên girtin, binçavkirin û cezakirin. Lê tevî hemû astengiyan wan rastî ragîhandin. Başe ku JINNEWS heye, başe ku em hene.