‘Kurd niha hemû di bin tecrîdê de ne’

  • 09:08 25 Îlon 2021
  • Rojane
 
Sevîm Sutcu
 
ENQERE - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane di bin tecrîda giran de tê girtin. Her wiha li ser gel jî tecrîd pêk tê. Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgan da zanîn ku tecrîd herî zêde li ser jinan pêk tê û ger ku rêberê gelekî dîlgirtî be, wê demê gel jî dîlgirtî ye.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di salên dawî de bi taybet li ser Gelê Kurd jî tê meşandin û her diçe giran dibe. Tecrîd li her alî civakê belav bûye û dewleta xwediyê zîhniyeta serdest ya mêr, bi taybet hewl dide bi tecrîdê jinan bêdeng bike. Hem li ser dayikên ku zarokên wan girtî ne û hem jî li ser hemû jinan tecrîd tê meşandin. 
 
Ji însiyatîfa Dayikên Aştiyê Gulîstan û dayika girtiyê bi navê Savaş Barin yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne, Rabîa Barin der barê tecrîda giran ya bi salan e li ser Abdullah Ocalan, Gelê Kurd û jinan tê meşandin de nirxandin kirin.
 
‘Dewlet ji tirsan tecrîdê dimeşîne’
 
Gulîstanê daxuyakirin ku dewlet naxwaze Abdullah Ocalan bi Gelê Kurd re hevdîtinê bike û ji ber vê bi salane tecrîd tê meşandin û got: “Lê dewlet veşarî pê re hevdîtinan dike. Dewlet naxwaze parêzer û malbat bi Rêbertiyê re hevdîtnê bike. Naxwaze fikrên wî bigihêje gel.Lê dewlet her roj bixwe diçe. Pê re diaxivi û fikrên wî digirin. Sedema pêkanînê ya tecrîdê tirsa dewletê ye. Ev tirs tunebûna wê ev şer wisa berdewam nekiriba.”
 
‘Min got ‘ji bo min tirkî ne girîng e’
 
Gulîstan ku ji Sêrtê hatiye û 35 sal e li Enqereyê dijî, tecrîda li ser gel û jinan wiha vegot: “Hefteyek berê ji bo xaniyekî kirê çûm cihê emlakê. Du jin yek Afgan yek Îranî hatibûn wir. Min got ‘kurê min ez zimanê we nizanim hun jî nizanin em ê çawa hev fêm bikin.’ Jina li wir di temenê min de got ‘tu çawa tirkî diaxivî?’ Got ‘tirkiya te ne başe, biçe qursê bila baş be’. Min got ‘hewcedariya min bi qursê tune ye, zimanê min heye, ez zimanê xwe baş diaxivim.’  Piştre jinikê got ‘ez 6 zimanan dizanim’. Min got ‘Tu kurdî dizanî’ Got ‘kurdî ji bom in ne girîng e’.Min jî got ‘tirkî jî ji bo min ne girîng e’. Belê ev tişta li ser me pêk tê tecrîd e. Ji ber vê kurd zimanê xwe, welatê xwe, perwerda xwe dixwazin.”
 
‘Berxwedêran bi dewletê şûnde gav da avêtin’
 
Gulîstanê bi lêv kir ku berxwedêrên zindanan bi dewletê şûnde gav dane avêtin û li dijî tecrîdê bi grevên birçîbûnê bersiv dane û wiha dirêjî dayê: “Dewlet niha ketiye fikaran, bi tirs e. Xwe li wir û vir dide. Dewletê niha gavek şûnde avêtiye. Weke ku neavêtiye nîşan dide lê şûnde avêtiye. Dewlet ketiye rewşeke zehmet. Çi ji dest tê dike. em kurd jî em ê heta dawî têbikoşin.”
 
‘Bila tecrîdê rakin’
 
Gulîstanê balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha dawî lê anî: “Neçarin tecrîdê rakin. Bila her kes ji bo Rêbertiyê derkevin kolana. Dem dema azadiyê ye. Bila her kes ji malên xwe derkeve û televîzyonê temaşe nekin. Bila biherikin kolanan. Kezeba Kurdan şewitî ye. Em dibêjin an Azadî yan azadî. Ez bang li hemû kurdan dikim bila hişê xwe bigirin serê xwe.”
 
'Aborî qediya ye'
 
Rabîayê jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan hebûna Kurdan derxistiye hole û ji ber ve jî li ser tecrîd pêk tê û wiha nirxandina xwe kir: “Tecrîda li ser Rêberê me tê wateya tecrîdkirina gelê me û girtiyan. Ji ber hewl didin gel li derve bitirsînin û yên natirsîn jî dikin zindanan. Mirov êdî nikarin li ser çapemeniya civakî tiştekî parve bikin.  Pirani ciwan neçar dimînin derkevin derveyê Tirkiyeyê. Aborî qedyaye, betalî heye.”
 
‘Gelê Kurd niha hemû tecrîdkirî ye’
 
Rabîayê balkişand ser yektiya kurdan û daxuyakirin ku ji ber yekitiya kurdan tune ev tecrîd pêk tê û ger ku kurd bibûna yek wê îro ne mirovek bihata girtin ne jî rêbertî di zindanê de bûna û wiha daxuyand: “Piranî girtî nexweşin. Hemû di bin tecrîdê de  ne. Li girtîgehan berxwedan heye. Ji ber gel li derve naxive. Nikare biaxive. Dewlet nahêle jurdî bê axaftin. Ji ber tiştekî herî biçûk tên binçavkirin û girtin. Niha hemû kurd di bin tecrîdê de ne. Ez 52 salî me. Êrîşên dewletê ne îro, her tim hebûn. Ez ji zarokatiya xwe de van êrîşan baş dizanim. Em her tim rastî zext û êrîşan hatin. Ev dewlet ji hemû mirovên cîhanê hez dike lê tenê ji kurdan hez nake û qebûl nake. Ji ber vê jî dem dema hişyarbûnê ye.”
 

Etîketan:

tecrid