Fehîme Poyraz: Gelo dora Enqereyê ye?

  • 09:10 20 Îlon 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz a di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, Fehîme Poyraz bertek nÎşanê kesê bi navê Mehmet Laçîn ê li ber avahiya Îzmîrê bi îdiaya zarokê wî şandine çiyê dest bi nobetê kiribû da û ev pirs pirsî ‘gelo dora Enqereyê ye?’
 
Kesê bi navê Mehmet Laçîn bi îdiaya zarokê wî şandine çiyê li ber HDP’a Îzmîrê dest bi nobetê kiribû û di 16’ê îlonê de jî ew biribûn ber Navenda Giştî ya HDP’a Enqereyê. Ji Mehmet Laçîn re hewl dan ku li ber navenda giştî ya HDP’ê kon vedin.  HDP’iyan ev wek provakasyon nirxandin û destur nedabûn ku kon vedin.  Dayika Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîranê de di êrîşa li hember HDP’a îzmîrê de hat qetilirin, Fehîme Poyraz jî bertek nîşan da û da zanîn ku ji bo zexta psîkolojîk li ser kesên diçin HDP’ê bikin kon vedidin û got piştî kon hat vedan Denîzê hatiye qetilkirin.
 
‘Ji bo gel bişopînin kemîn ava kirin’
 
Fehîmeyê daxuyakirin ku wê Mehmet Laçîn li ber konê li ber avahiya HDP’a Îzmîrê hatiye avakirin dîtiye û piştî ew hatiye kon hatiye vedan û wiha pê de çû: “Ev kemînek bû, ji bo gel bişopînin, ji bo kî tê kî diçe bibînin ev pêk anîn. Ji bo psîkolojiya kesan xera bibe vê dikin. Mehmet Laçîn jî li wir bû hertim.”
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku kujer bi rehetî ketiye avahiye û keça wê Denîz qetilkiriye û wiha dirêjî dayê: “Ew li ber derî bûn, kujer ket hundir. Gelo ma we nedît. Hun ji bo şopandinê li wir bûn. Ji bo parastina kesekî hun ne li wirin. Îzmîr têr nake niha diçe Enqereyê, ji bo li wir jî tiştekî bikin. Dixwaze li wir jî hêza xwe nîşan bide. Lê hêza wî tune ye, ew mirovekî qels e. Bila xwe hêzdar nebîne.” 
 
‘Kes kesî bi zor nikare bibe çiyê’
 
Fehîmeyê di berdewamiyê de balkişand ser îdiaya ‘HDP zarokan dişîne çiyê’ û bi van gotinan bertek nîşan da : “Kes bi zorê nikare kesî bişîne çiyê. Ma aştî wisa pêk tê. Divê em bi hev bawer bin. Gel wisa ji hev parçe dikin. Divê em bi hev bawer bin. Divê em hev hembêz bikin. Gelo wê HDP çawa gel derxîne çiyan?”
 
‘Her kesê temaşe dike sûcdar e’
 
Fehîmeyê got Midûrê Navenda Banga Lezîn a 112 ya Îzmîrê Tuncay Volkan Bayat, kujerê Denîzê, Onur Gencer ji bo bişîne Sûriyeyê hilbijartiye û got ev kes di heman demê de di rêveberiya Otela Balçova Termal de cih dgiire û wiha pê de çû: “Ew ji kîjan Otelê derketibe tiliya wî jî têde heye. Ew jî hevkarê sûce. Di wî konî de, polîs jî li wir bûn. Dema wan temaşe kir ew jî bûn hevkarê sûc. Ew mêr çû wir Denîz qetil kir. Bila destur nedin ku biçe Enqereyê. Ev têr nekir wê li wir hinekên din qetil bikin. Ev ne raste. Bila gel bibe yek destur nedin vê. Bila kujeran neparêzin. Em naxwazin dayik bigirîn. Bila aştî û edelet bê. Bila polîs êdî kujeran neparêzin. Bila dest ji vê berdin.”