Heyeta Îmraliyê bi AKP'ê re hevdîtin kir
- 13:07 5 Haziran 2026
- Rojane
ENQERE -Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo çêkirina qanûnan li Meclîsê bi AKPê re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku hevdîtin di çarçoveya çêkirina qanûnan de pêk hatiye.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar pêk dihat li Meclîsê bi heyeteke AKPê re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku hevdîtin di çerçoveya çêkirina qanûnan de pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de li ser çêkirina qanûn û pêşnûmeya qanûnan gotûbêj hatiye kirin.
Li ser naveroka hevdîtinê hûrgiliyên zêdetir nehatin bidestxistin.







