Bi pêşengiya jinan şitil hatin çandin
- 17:48 3 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Li navçeya Peyasê ya Amedê, bi piştgiriya Şaredariya Peyasê, li ser erdekî 20 donimî di pêşengtiya jinan de şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê, bi piştgiriya Şaredariya Peyasê, li ser erdekî 20 donimî şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin. Komun ji aliyê malbatên kêmdahat ve û di pêşengtiya jinan de, bi armanca pêkanîna feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û xurtkirina aboriya civakî hate avakirin.
Di qonaxa yekem a çandinê de, wekî beşek ji modela hilberînê ya li ser bingeha hevgirtinê, şitilên firingî, îsot, bacanên reş û xiyaran hatin çandin. Di çalakiya çandinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB’ê, nûnerên saziyên sivîl û malbatên ku di komunê de cih digirin, amade bûn.
‘Me îlhama xwe ji çanda Mezopotamyayê girt’
Endamên komunê li ser armanca vê xebatê axivîn û destnîşan kirin ku wan îlhama xwe ji çanda qedîm a hevgirtinê ya Mezopotamyayê girtine û wiha gotin: “Ji bo em bibin dengekî nû û lêgerîna civakeke xwezayî, wekî malbatên kêmdahat em li hev civiyan û me komuna hilberînê ava kir. Bi taybetî di bin pêşengiya jinên karker û malbatan de, me li ser erdekî 20 donimî dest bi pêvajoya çandiniyê kir. Ev xebata me wê bi temamî li ser bingeha pergala hevgirtinê bi rê ve biçe.”
Beşdarî xebata civakî û xwezayî bibin
Endamên komuna çandiniyê bang li raya giştî û gelê herêmê kirin ku piştgiriya vê pêngavê bikin û wiha axivîn: “Armanca me ew e ku em wijdana civakî ya ku berê wekî ‘zibare’ û ‘hevkarî’ dihat naskirin ji nû ve zindî bikin. Li ser esasê feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan, em dixwazin aboriya herêmî mezin bikin, pratîkên hilberîna ekolojîk belav bikin û keda jinê ya di nav hilberînê de bêtir xuya bikin. Ji çandinê heta dirûnê, em gelê xwe vedixwînin bibin beşek ji vê hewldanê û bi keda xwe beşdarî vê xebata civakî û xwezayî bibin.”







