Li Bursayê jinek hat qetilkirin

  • 17:45 3 Hezîran 2026
  • Rojane
BURSA - Li Osmangazî ya Bursayê Zafer Gungor, Mujde Gungor ya pê re zewicandî qetil kir.
 
Li navçeya Osmangazî ya Bursayê Zafer Gungor, Mujde Gungor ya pê re zewicandî bi alava birînê qetil kir. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku Mujde Gungor jiyana xwe ji dest daye û gumanbar hat binçavkirin.
 
Cenqazeya Mujde Gungor ku şandin Tipa Edlî sibê wê li gundê Sêmerşêx a Kop a Mûşê bê definkirin.