Polîsên Hamburgê pankarta YPJ’ê sansur kir
- 19:13 3 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hamburg a Almanyayê di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne" de li ser dîwarê Rote Flora pankarteke mezin a YPJ’ê hatibû daliqandî, ji aliyê polîsan ve hat boyaxkirin û nixumandin. Jinan bertek nîşanî sansurê dan.
Li bajarê Hamburg a Almanyayê pankarteke mezin a piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dike ji aliyê polîsan ve hate sansurkirin. Pankarta ku di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne" de li ser dîwarê navenda Rote Flora ya semta Sternschanze hatibû daliqandin, ji aliyê polîsan ve hat boyaxkirin û nixumandin.
Kampanyaya "Em hemû YPJ ne" daxwaz dike ku tevlibûna YPJ’ê ya di nav avahiyên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de were misogerkirin. Hefteya derbasbûyî di çarçoveya kampanyayê de li gelek welatan mitîng, panel, çalakiyên hunerî û kampanyayên agahdariyê hatin lidarxistin. Çalakvanan di çalakiyan de bal kişandin ser rola YPJ’ê di parastina destkeftiyên demokratîk rizgariya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Înîsiyatîfa "Hamburg fur Kurdistan" ku piştgirî da kampanyayê, diyar kir ku armanca pankarta mezin a li ser dîwarê Rote Flora daliqandî ew bû ku balê bikişîne ser gefên li ser destkeftiyên demokratîk û femînîst ên li Rojava û girîngiya YPJ’ê di parastina van destkeftiyan de hat destnîşankirin.
‘Tu aliyê mafdar yê vê sansurê tuneye’
Endamên Meclisa Jinan a Rojbîn a Hamburgê piştî ku di saetên serê sibe ya roja Çarşemê de dîtin ku pankart hatiye boyaxkirin, bertek nîşanî rewşê dan. Di daxuyaniya li ser navê meclisê hat dayîn de wiha hat gotin: "Em vê helwesta polîsên Hamburgê şermezar dikin. Em hemû YPJ ne. Bi ti awayî mafdariya vê sansurê tineye.”







