Meşa 'Gavek ji bo aştiyê'
- 19:02 16 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber DEM Partî, bi awayekî hemwext li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” meşan li dar dixe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de ji bo gavavetina dewletê û çêkirina qanûnan meşa “Gavek ji bo aştiye” li dar dixe.
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî hemwext gel daxwezên xwe ya naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber tînin ziman.







