Gumanbarê destdirêjiyê yê ji peywira li meclîsê hat durxistin hat girtin

  • 20:05 11 Kanûn 2025
  • Rojane
ENQERE- Serdozgeriya Komarê ya Eneqereyê der barê îdiayên destdirêjiya li hember zaroka stajyer a li meclîsê de daxuyanî da û diyar kir ku xebatkarê ji peywirê hatibû durxistin hatiye girtin.
 
Piştî ku derket holê xebatkarên meclîsê zarokên keç yên diçin lîseyê û wek stajyer di lokanteya meclîsê de dixebitin ji aliyê xebatkarên meclîsê ve rastî destdirêjiyê hatine, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniya nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mexdur D.K di 4.12.2025’an de serî li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Midûriyeta Emniyeta Enqereyê da û  li ser îdiaya wê ya ku dema li TBMM’ê wek stajyer xebitiye ji aliyê xebatkarê lokanteya meclîsê H.Î.G ve rastî destdirêjiyê hatiye, ji aliyê serdozgeriya komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û îfadeya mexdureyê ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan ve hatiye girtin. Li ser talîmata hatiye dayîn gumanbar H.Î.G di 10.12.2025’an de hatiye binçavkirin û ji sûcê destdirjiya li hember zarokan ve ji aliyê 5’emîn Dadgeha Ceza Sulh ve hatiye girtin. Lêpirsîn bi bandor didome.”