Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 4’emîn de didome
- 19:53 10 Kanûn 2025
- Çand û Huner
AMED - Di roja 4’emîn a Mîhrîcana Fîlman a Amedê de 11 fîlm hatin pêşandan û paşê jî li ser fîlman gotûbêj hatin kirin.
Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê Mîhrîcana Filman a Amedê ya sêyemîn di roja 4’emîn de berdewam kir. Festîvala Fîlman a Amedê navbera 7-14’ê Kanûnê de tê lidarxistin. Di roja sêyemîn temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî fîlman dan. Her wiha roja çaremîn a mîhrîcanê bi temaşekirina 11 fîlman bi dawî bû.
Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de fîlmên “Wîld Summon” ku derhêneriya wî Saul Freed kiriye, fîlma “Damn Employer” ku derhêneriya wî Kiumars Sobahanî kiriye, fîlma “Apneas” ku derhêneriya wî Nîkolas Panay kiriye, fîlma “Iraq’s Insivible Beuty” ku derhêneriya wî Jurgen Buedts-Sahim Omer Kalifa kirine, fîlma “Baghdad Messî” ku derhêneriya wî Sahim Omer Kalifa kiriye, fîlma “The Vîrgîn And Chîld” ku derhêneriya wî Binevşî Bêrîvan kiriye, fîlma “Xalko” ku derhêneriya wî Samî Mermer-Hînd Benchekroun kirine, fîlma “Payê Min Toz Şeker” ku derhêneriya wî, Sedat Bariş kiriye fîlma “Pace” ku derhêneriya wî Rezzan Bayram kiriye, fîlma “Vejîna Perperikê” ku derhêneriya wî Mîr Mustafa Baydemîr kiriye, fîlma “Your Touch Makers Others Invîsible” ku derhêneriya Rajî Samarasinghe kiriye hatin temaşekirin.
Piştî pêşandana fîlma Payê Min Toz Şeker li ser fîlmê gotûbêj hat kirin û xelat hat dayîn.







