Heyeta Îmraliyê wê bi Devlet Bahçelî û Alî Babacan re hevdîtinê bike
- 19:09 11 Kanûn 2025
- Rojane
ENQERE - Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî.
Hevdîtina bi Alî Babacan re dê sibe saet di 11.00’an de li Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê bê kirin.
Piştre jî dê şande derbasî Meclisê bibe û saet di 14.00’ê de jî bi Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike.







