Meclîsa Jinan a DEM Partiyê çû serdana karkerên tekstîl û serayê

  • 19:11 11 Kanûn 2025
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR-  DEM Partî ewil bi jinên karkerên serayê yên navçeya Menderesê re hat gel hev û der barê şert û mercên xebatê û daxwazan de nêrîn girtin. Piştre bi jinên berxwedêrên fabrîqeya Dîgel Tekstîl re hatin gel hev.
 
 Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê  bi armanca balê bikşîne ser pirsgirêkên ku karkerên serayê dijîn û der barê hevdîtinên butçeyê de nêrînên wan bigirin çûn serdana jinên karkerên serayê ya Menderesê.
 
Rêveberên Dem Partî ya Konakê tevli ziyaretê bûn. Li wir daxwazên jinan hatin guhdarkirin. Piştre rêveberiya DEM Partiyê çû serdana jinên berwedêrên fabrîqeya Dîgel Tesktîlê.