Yekemîn salvegera Ajansa Welat hat pîrozkirin

  • 21:35 27 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Yekemîn salvegera avakirina Ajansa Welat li ÇandAmedê bi şahiyekî hat pîrozkirin. Di axaftinên hatin kirin de li ser girîngiya çapemeniya azad sekinin û peyama wê rastî di tarîtiyê de nemîn hat dayîn.
 
Ajansa Welat 27’ê Mijdara sala 2024’an de bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dest bi weşanê kir. Ji bo salvegera Ajansa Welat li Navenda ÇandAmedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê di saet 18.30’an de şahiya pîrozbahiyê hat darxistin. Partiyên siyasi, nûnerên saziyên sivîl, hevşaredarên Amedê û gelek endamên Çapemeniya Azad tevlî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û bi temaşekirina sînevîzyonê berdewam kir. Piştî sînevîzyonê xwediyê îmtîyazê yê ajansê Fexreddîn Kiliç û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivîn.
 
‘Em bi saya Tevgera Azadiyê hatin vê astê’
 
Xwediyê îmtiyazê yê Ajansa Welat Fexreddîn Kiliç, di destpêka axaftina xwe de ji bo rojnameger Huseyin Aykol ê ku li nexweşxaneyê tedawî dibîne şîfa xwest û wiha got: “Ajansa me ya Welat beriya salekî bi dirûşmeya “Deng û Rengê Welat” hat damezrandin.  Armanca me ya damezrandina Ajansa Welat ji bo em ji polîtîkayên bijaftinê yên li ser zimanê me re bibin bersiv. Em ragihandina Çapemeniya Azad êdî xwerû Kurdî weşanê dike û em bi vê yekê pir kêfxweşin. Bi rastî Ajansa Welat di heman demê de bi rojekî dîrokî hat avakirin. Bi rastî em ji bo vê yekê kêfxweşin. Heger em heta wan roja hatibin û me Ajansa Welat avakiribe bi saya tekoşîna Tevgera Azadiyê ye, saya gelê kurd e.”
 
‘Em wek Ajansa Welat em ê bêtir cîh bidin zimanê xwe’
 
Fexreddîn Kiliç xebatkarên Çapemeniya Azad yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rol û rista çapemeniya Azad. Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Belê Ajansa me di rêya heqîqetê de, di şopa şehîdên çapemeniyê de kar û xebatên xwe didomîne. Divê em şehîdên xwe yê çapemeniyê jî bi bîr bînin.  Ji Apê Mûsa heta Gurbetellî Ersozan, ji Ersîn Yildiz heta Nesrîn Tekeyan, ji Kadrî Bagdu heta Nagihan Akarselan, ji Nazim û Cîhan heta Azîz û Egîd Roj em hemû şehîdên çapemeniyê careke din li vir bi bîr tînin. Belê Ajansa Welat bi rastî ji bi tevlîbûna di karwana Çapemeniya Azad de rol û riste ku girîng hilgirt ser milê xwe, divê em jî vê rol û rista xwe baş bi cîh bîninî Divê em xwedî li zimanê xwe bi taybetî, çanda xwe, hunera xwe derkevin û bi taybetî jî ji bo ragihandineke xwerû bi kurdî bikin divê em bêtir xwedî li Ajansa Welat derkevin. Divê ev pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin berdewam dike, heya astekî hatiye û vê derê rol û rista Çapemeniya Azad jî girîng e. Em wek Ajansa Welat em ê bêtir cîh bidin zimanê xwe, çanda xwe, hunera xwe. Divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
‘Roja vejînê û roja Ajansa Welat pîroz be’
 
Piştî axaftina Fexredîn Kiliç, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî axivî. Hevşaredar Serra Bucak salvegera Ajansa Welat pîroz kir û wiha got: “Çapemeniya Azad ez bawerim derdora 40 sale li pey rastiyê digere, şopa heqîqetê wek alekî ji destan ji derbasî destan dike. Ev al derbasî destê nifşên nû dibe. Çapemeniya Azad wek dibistaneke 40 sal e rê vedike û doza azadiya gelê Kurd hertim tîne ziman. Rêya Ajansa Welat vekirî be, rêya me her tim vekirî be. Bi rastî Ajansa Welat dengê me ye, rengê me ye, rengê welatê Kurdistanê ye. Îro jî bi rastî dîrokekî gelekî girîng e, rojbûna gelê kurd e, vejîna gelê kurd e. Ev rasthatineke gelekî xweşe ku ev vejîn, ev rojbûn bûye rojbûna Ajansa Welat, rojbûna welatê me û rojbûna gelê Kurdistanê.”
 
Piştî axaftina Koma Govendê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derketin ser dikê û herî dawiyê de hunermend Arhat bi stranên xwe ve mêvan coşand.