Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî: Der barê rektoriyê de serlêdana sûc
- 20:39 27 Mijdar 2025
- Rojane
WAN – Daxuyaniya ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş ku wê li ber Rektoriya Zanîngeha Yuzunucu Yil a Wanê bihata dayîn ji aliyê rektoriyê ve hat astengkirin. Li ser vê Şaxa KESK a WAnê daxuyanî da û da zanîn ku wê der barê rektoriyê de serlêdana sûc bike.
Bi tevlibûna Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KSK) û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Jinan (MYK) der barê mirina bigumana Rojîn Kabaîş de wê li ber Rektoriya Zanîngeha Yucuncu Yilê daxuyaniyek bihata dayîn. Lê daxuyanî bi talîmata rektoriyê hat astengkirin. Daxuyaniya hat astengkirin li avahiya KESK a Wanê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Jinan a KESK’ê Done Gevher ve hat xwendin.
Done Gever da zanîn ku wê der barê rektoriyê de serlêdana sûc bikin û wiha got: “Kampus, kolan û mal ne bi ewle ne. Ji daneyan jî em dibînin ku hemû qad ji bo jinan ne bi ewle ne. Em li dijî tundî û êrîşa li hember jinan qadên berxwedanê ava dikin. Yek ji vê jî kampusin.”
‘Qetilkirinên jinan encama polîtîka bêcezahiştinê ye’
Done Gever da zanîn ku daraza mêr di polîtîka bêcezahiştinê de israr dike û gumanbaran diparêze, tundiyê rewa dike. Done Gevher wiha dawî lê anî: “Ji bo tundiya li ser jinan rabe divê mekanîzmayên ku jinan diparêzin bên avakirin. Peymana Stenbolê hat feshkirin û qanûna 6284 bi bandor pêk nayê. Qetilkirinên jinan bi hincetên cuda serê wan tên girtin. Ev ne îstîsnamye. Ev parçeyek polîtîka bêcezahiştinê ya dewletê ye.”







