Ji Hesekê bang li mêran kirin: Em li dijî tundiyê bisekinin
- 14:19 24 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” de mêran bang li hemû mêran kirin ku li hember tundiya li ser jinan, serî rakin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ku di hemu qadan de pêşengiya têkoşînê dikin, guhertin û veguhertina di hişmendiya mêr de jî pêk tînin û rê li azadiya civakî vedikin. Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê di 15’ê Mijdarê de starta çalakiyên xwe dan, bi dehan dewreyên perwerde ji bo mêran vekirin. Îro jî li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî tundiya li ser jinan aşkere gotin.
Daxuyanî li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya taxa Kebaba bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat dayîn. Mêrên ji saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên dadweriyê, di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ferhan Dawûd ve hat xwendin. Daxuyaniya bi zimanê Kurdî, ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî Ezîz Mihemed Eşref ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan, di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” ji aliyê jinan ve hatiye destpêkirin û wiha hat domandin: “Wek beşek ji vê kampanyayê, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, erkek ehlaqî û mirovî ye jî, ku di serî de dikeve ser milê mêran. Tundî, di hemû awayên xwe yên fizîkî, psîkolojîk, aborî û devkî de, ne îfadeya hêz an mêraniyê ye. Binpêkirineke eşkere ya rûmeta mirovan û binpêkirina nirxên ku civakên saxlem li ser wan ava bûne ye.”
‘Ji nû ve avakirina têgeha mêraniyê dest pê dike’
Di berdewama daxuyaniyê de mêran balkişand ser têgeha mêraniyê û wiha domandin: “Em vê gotinê ji her mêrekî re dişînin: Ji bav, bira, mêr, kur, heval…Parastin û rêzgirtina jinan ne xêr e, mafek xwezayî û erkek bê guman e. Beşdarbûna te di rûbirûbûna tundûtûjiyê de bi gotinekê, helwestekê, redkirina xeletiyê û perwerdehiyeke hişmend dest pê dike ku nifşekî bipêş dixe ku rêzgirtinê wekî bingeha têkiliyên mirovan fam dike. Ew her wiha bi xwe-nirxandinê û ji nû ve avakirina têgeha mêraniyê dest pê dike da ku li ser bingeha dilovanî, berpirsiyarî û şehrezayiyê be, ne li ser kontrol an zirarê.”
‘Em dikarin dawî li vê tundiyê bînin’
Mêran behsa mêrê baş kirin û wiha domandin: “Em bawer dikin ku zilamê baş ê diparêze, ne zirarê dide; xwedî dike, binpê nake; baş dike ne wêran dike ye. Bi hêzkirina mêran ji bo pêşxistina çandeke hişyarî û rêzgirtinê, em dikarin dawî li vê tundiyê bînin û civatek ava bikin ku jinan wekî şirîkên tam di jiyan û biryardanê de bibîne.”
‘Tundiya li ser jinê, beşek ji mirovahiyê winda dike’
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundî nîşana hêzê nîne û hovîtî jî nîşana mêraniyê nîne. Daxuyaniya mêran wiha berdewam kir: “Zilamekî rastîn ew e ku berî ku li mala xwe jinê biparêze, di dilê xwe de qedirê wê digre. Dema jinek tê şermezarkirin, beşek ji mirovahiya me ya hevpar winda dibe. Civatek ku li hember êşek wisa bêdeng dimîne, birînek di hundirê xwe de çêdike ku di bêdengiyê de diqelişe.”
‘Werin em li dijî hemû cureyên tundiyê bisekinin’
Di dawiya daxuyaniya mêran de bang li hemû mêran hat kirin û wiha hat bidawîkirin: “Em bibin modelên rol ê ku zarok ji wan wateya rêzgirtinê û wateya mirovbûnê berî ku bibin mêr fêr dibin. Ti jiyan, bi jineke nîvşikestî temam nabe û ti civak nikare bilind bibe heya ku jin tê de bi azadî nefes negirin. Bila hebûna we parastinek, evîna we hêzek û karakterê we aştiyek hêjayî mirovahiya we be. Werin em hemû, wekî mêr, li dijî her cûre tundûtûjiyê bisekinin û pabend bibin ku mal û civakên xwe ji bo her jinê ewletir û dadperwertir bikin.”
Di dawiya çalakiyê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.








