Platforma Jinan a Îzmîrê: Dîlovasi encama pergala binpêkirinê ye
- 19:23 13 Mijdar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê der barê şewata di fabrîqeya li Dîlovasi derket de daxuyaniyek da û da zanîn ku ev komkujî encama bêewlebûna ku tê rewakirinê ye.
Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) der barê şewata ku di Ravîve Kozmetîk a Dîloavasi pêk hatiye û 2 jê zarok 6 jinÎ jiyana xwe ji dest daye daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber navenda Çanda Turkan Saylan hat dayÎn. Li ser navê platformê Hatîce Çoruk daxuyanî xwend.
Hatîce Çoruk da zanîn ku tevî giliyên hatine kirin dewletê peywira kontrolkirinê neaniya cih û ev helwesta dewletê nîşaneya ku dewlet li alî patronan e. Hatîce Çoruk ruyê herî tarî yê pergalê carek din derketiye holê û got ev komkujiya hatiye jiyîn ne qezeya. Hatrîce Çoruk wiha anî ziman: “Em bi rutîna dewletê ya ‘me lêpirsîn daye destpêkirin’ bawer nakin. Em ê bi hev re hsabê vê bipirsin. Ev şewat encama pergala binpêkirinê ye.”







