Li Mûşê komxebata ‘têkoşîna li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de’
- 18:39 13 Mijdar 2025
- Rojane
MÛŞ - Bi pêşengiya Şaredariya Mûşê, Baroya Muşê û EDHÎD’ê komxebata ‘têkoşîna li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de’ pêk hat.
Bi pêşengiya Şaredariya Mûşê, Baroya Muşê û Komeleya Şopandina Mafên Wekhev (EDHÎD) komxebata ‘têkoşîna li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de’ pêk hat. Komxebat li Navenda Çanda Xwişk-Biratiya Bursa-Mûşê pêk hat. Nûnerên partiyên siyasîi odeyên pîşeyîi saziyên demokratîk û cemawerî tevli bûn.
Di komxebatê de gelek sernav hatin nîqaşkirin. Komxebata bi axaftinan dest pê kiri bi tevlibûna înteraktîf a tevlikeran berdewam kir. binpêkirinên mafan yên jin û zarokan hatin axaftin. Piştî axaftinan ji bo daneyên hatine girtin bibin pirtûk nîşe hatin girtin.







