Halîde Turkoglu: Li dijî fuhuş û tiryakê plana we çiye?
- 19:23 13 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Halîde Turkoglu di butçeya Wezareta Ciwan û Sporê de axivî û balkişand ser êrîşên li hember jinan, çeteyên fuhuş û hişbirê û got: “Ev çete fuhuş û hişbirê li jinan ferz dike. Ev tên jiyîn. Li dijî vê plana we çiye.”
Di Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclîsê de butçeya sala 2026’an a Wezareta Ciwan û Sporê tê nîqaşkirin. Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu di hevdîtinên butçeyê de axivî û got: “Ez di dixwazin Gulîstan Dokui Rojîn Kabaîş yên ku mafê wan di vê butçeyê de heye carek din bibîr bînin. Jinên ciwan her roj di bin tehdîda windakirin û qetilkirinê de ne.”
Halîde Turkoglu da zanînku aqûbeta Gulîstan Doku hîna nehatiye diyarkirin û got pirsa ‘çi bi Rojînê hat jî’ raste rast wezaretê eleqeder dike.
‘Ji bo parastina jinên ciwan plana we çiye?’
Halîde Turkoglu balkişand ser çeteyên fuhuşê yên li Colemêrg û Şirnexê hatine teşhîrkirin û got ev çete raste rast jinên ciwan hedef digirin û got: “Rojnamegerên van teşhîr dikin jî tên darizandin. Ev çete fuhuş û hişbirê li jinan ferz dike. Ev tên jiyîn. Li dijî vê plana we çiye.Ez bersiva vê ji wezaretê dixwazim.”







