Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

  • 10:46 18 Gulan 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Di civînê de dê geşêdanên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, encama meşa “Gavek ji bo aştiyê” û geşedanên di rojevê de bên nirxandin.
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiye ya Gelan (DEM Partî) a li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku di civînê de dê geşedanên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, encama meşa “Gavek ji bo aştiyê” û geşedanên di rojevê de bên nirxandin. 
 
Tê payîn ku piştî civînê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civînê de daxuyaniyê bide.