Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû
- 17:01 18 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya 3’yemîn a TAJÊ ya bi dirûşmeya, "Bi jin jiyan azadî, ber bi jiyana komînal ve" hate lidarxistin, bi hilbijartina 3 endamên koordînasyonê û axaftina girtinê bi dawî bû.
Kongreya TAJÊ ya îro saet 10.00’ê dest pê kir, bi rojeveke tijî, biryarên nû û hilbijartina koordînasyona ji sê kesan pêk tê bi dawî bû.
Dîwana kongreyê pêşniyara delegeyan ya ji bo endamên koordînasyonê girt şûn ve, xiste dengdanê. Di encama dengdanê de Ferîde Şengalî, Ehram Îsmaîl, Rîham Hesen ji bo kordînasyona nû ya TAJÊ hatin hilbijartin. Ev koordînasyon wê di ber kar û barê 2 salan a TAJÊ û di ber meclîsa TAJÊ de ku ji berdevkên komînên jinan pêktê de berpirsyar be.
Berdevkên komînên jinan ên gundan jî bi hilbijartin hatibûn diyarkirin û tevlî kongreyê bûbûn. Piştî diyarbûna rêveberiya nû ya TAJÊ sondxwarin.
Piştî sondxwarinê axaftian girtinê ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî axivî.
Ferîde Şengalî spasî kir ku ji bo kordînasyona nû hatiye hilbijartin. Şengalî destpêkê şehîdên meha Gulanê bibîr anî.
Ferîde Şengalî diyar kir ku êşa hemû jinan yeke û ewê ne tenê ji bo jinên Êzidî ji bo hemû jinan têbikoşin.
Kongre bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.







