Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê tundiyê bi hev re rawestinin
- 19:45 24 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran bi minasebeta 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat diyar kirin ku dê tundiyê bi hev re rawestînin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li gelek bajaran bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî çalakiyan bûn.
Riha
Li taxa Devteyştî ya Halîliye ya Rihayê broşur hatin belavkirin û bal kişandin ser bandora hişbirê ya li ser civakê. Di belavkirina broşuran de dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Agirî
Li caddeya Cumhuriyetê ya Rihayê standek hat avakirin. Di standê de wêneyên pêşengên jin hatin daliqandin. Siyasetmedar tevlî bernameyê bûn. Dû re jinan broşur belavkirin û banga tevlîbûna meşa ku dê sibê 13’00’an de li ber avahiya DBP’ê pêk bê hat kirin.
Dêrsîm
Platforma Jinan a Dêrsîmê jî girtiyên jin re kart şandin. Ji bo kart şandinê li ber avahiya postexaneya navendî kom bûn. Li vir daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de xwedî li derketina pêvajoyê hat ziman. Piştî daxuyaniyê jinan girtiyên jin re kart şandin.
Her wiha dê sibê di 17.30’an de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşek bê li darxistin. Jinan banga tevlîbûnê li welatiyan kir.








