Jinan bertek nîşanî cezayên hatine birîn, dan

  • 13:50 24 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRSÎN - Jinan li dijî cezayên pere yên îdarî yên ji ber çalakiya ku tevli nebûna li wan hatibû birîn daxwaznameya nerazîbûnê pêşkêşî Edliyeya Mêrsînê kirin. Jinan gotin:"Hûn nikarin bi sûcên xeyalî têkoşîna jinan tên bibin. Em ê van polîtîkayana vala derxin."
 
Jinan li dijî cezayên pere yên îdarî yên ji ber çalakiya ku tevli nebûna li wan hatibû birîn daxwaznameya nerazîbûnê pêşkêşî Edliyeya Mêrsînê kirin. Platforma Jinan a Mêrsînê li dijî vî cezayê bi çarçoveya madeya 32'yemîn a Qanûna Qebhetan li wan hatiye birîn bertek nîşan da. Li ser navê platformê Fatoş Sarikaya daxuyanî xwend. 
 
'Têkoşîna me dê berdewam bike'
 
Fatoş Sarikaya diyar kir ku jin bi salan e rastî polîtîkayên zordar ên bi vî rengî hatine, lê tekez kir ku van polîtîkayan qet têkoşîna rêxistinkirî ranewestandiye. Fatoş Sarikaya got, "Ev ceza bi eşkereyî zordariyeke siyasî ye. Em ê bi hevkarên xwe yên parêzer re li dijî van cezayên îdarî îtîraz bikin. Di têkoşîna me ya qanûnî ya berê de li dijî cezayên keyfî yên bi vî rengî, em ji hêla dadgehan ve hatine mafdarkirin û Dadgeha Destûrî bi berdewamî mafê me yê civîna aştiyane piştrast kiriye. Em ê ji têkoşîna xwe, hevgirtina xwe û berxwedana xwe ya femînîst paşve gav neavêjin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.