Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Delal hat vekirin

  • 14:30 19 Mijdar 2025
  • Rojane
WAN - Ji hêla Şaredariya Erdîşa Wanê ve Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Delal û Bazara Keda Destê Jinan hat vekirin. 
 
Ji hêla şaredariya Erdîşa Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Delal û Bazara Keda Destê Jinan hat vekirin. Beriya merasîma vekirinê jinan li avahiya DEM Partî ya navçeyê kombûn heta navendê meşiyan. Aktîvîstên TJA'yê,  siyasetmedar û gel tevlî merasîma vekirnê bûn. 
 
Hevşaredara Erdîşê Guler Temel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Neslîhan Şedal axivî û bal kişandin ser girîngiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî. 
 
Her wiha aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî di merasîma vekirinê de axivî û bal kişand ser temsîliyeta wekhev û got: "Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn. Ji ber vê sedemê bi salan e em dibêjin 'Jin Jiyan Azadî'. Divê em azad bibin ku civak jî azad bibe. Me gelek bedelên giran da. Piştî daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Birêz Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê gelek tişt guherin. Dema ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê jî azad bibin. Em ê ji bo rêxistinkirina jiyaneke demokratîk kedeke mezin bidin." 
 
Piştî daxuyaniyê navend bi dirûşmeyan hat vekirin.