Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş
- 13:06 17 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê bi hezaran kesî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xist.
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kesan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşê li dar dixin. Rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên ol û baweriyan û bi hezaran welatî li ser banga Meclisa Gel a Qamişloyê li Xaçerêya Soniyê hatin gel hev. Bi hezaran kesên dest bi meşê kirin, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û posterên Abdullah Ocalan hilgirtin. Meş, li navenda bajêr domiya û ji gel û baweriyên cuda gelek kesan piştgirî dan meşê.
Kongra Star û Alimên Olê piştî meşê li Xaçerêya Şehîdan bi zimanên Kurdî û Erebî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27 sal in didome hate şermezarkirin û hate gotin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo gelên Rojhilata Navîn dê diyarker be.







