ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
- 09:00 17 Mijdar 2025
- Rojev
* Hiqûqnas Rengîn Ergul diyar kir ku Komîsyona Parlamentoyê piştî biryara "mafê hêviyê" ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, erkên xwe bi cih neaniye û got, "Dewlet pakêtên yasayî amade dike, lê Parlamento vê rolê bi cih nayne. Çend civînên rastîn nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye; ti garantiyek me tune ye." DÎMEN HEYE
*Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê careke din hewldanên xwe yên hevgirtinê ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan berfireh dike. Şaredariyê navendên şêwirmendiyê yên ku ji hêla qeyûm ve hatine girtin ji nû ve vekirine û çalakiyên berfireh ên 25'ê Mijdarê li dar dixe, di nav de xeta telefonê ya pirzimanî ya li dijî şîdetê, civînên taxan û xebatên alîkariya gundan hene.DÎMEN HEYE
*Jinên ku li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşmeya "Em di Aştî û Azadiyê de israr dikin" daxwazên xwe anîn ziman, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, "Bêyî rêber azadî û jiyan nabe." DÎMEN HEYE
*Hunermendan derbarê 5'emîn Festîvala Fîlman a Rojava de, ku bi dirûşmeya 'Çîrokên hevpar û sinemaya azad" hatiye lidarxistin, gotin, "Me nîqaş kir ka em çawa dikarin wekî derhênerên jin werin ba hev, bi berçavgirtina raman û felsefeya Rêber Apo. Bi rastî jî watedar e ku em li vir ji bo pêşxistina sînemaya xwe di nav vê berxwedanê de werin ba hev."DÎMEN HEYE







