Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bîranîn

  • 20:30 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED - Bi pêşengiya MEBYA-DER û ciwanên Amedê ji bo gerîlaya PKK'ê Dilzar Rêber Andok bernameya bîranînê hat lidarxistin.
 
Ji bi gerîlaya PKK'ê Rojbîn Sonmez(Dilzar) di 31'ê cotmeha 2025'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû. Bi hevkariya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û ciwanên Amedê li taxa Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Li salona bîranînê wêneyên Rojbîn Sonmez(Dilzar) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Bername bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat temaşekirin.
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.