Li Stenbolê kursiya “Aştî û azadî”
- 14:39 16 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL - Jin bi şiara “Em di aştî û azadiyê de bi asrar in” li Qada Azadî lya Bakirkoyê daxwazên xwe tînin ziman.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Stenbolê, Meclisa Jinan a Kongera Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Karker a Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP), Alinterî, Partiya Avakar a ji Nû ve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û jinên sosyalist ên femînîst ên pêşegiyê dikin bi şiara “Em di aştî û azadiyê de bi israr in” li Qada Azadiyê ya Bakirkoy a Stenbolê “Kursiya Azadiyê” danî. Bi sedan jin daxwazên xwe hêviyên xwe yên ji bo azadiyê tînin ziman û parve dikin.
Çalakiyê bi tîlîlî, çepik û stranan ve hatina jinan re dest pê kir. Piştî axaftinan çakalî dê bi stranên hunermendan bi dawî bibe.







