Eren Keskîn: Hewcedariya jinan bi aştiyê heye

  • 09:02 11 Kanûn 2025
  • Rojane
Elfazi Toral
 
STENBOL - Parêzer Eren Keskîn balkişand ser polîtîka bêcezahiştinê û got: “Heta polîtîkayên ewlehî zextxwir radîkal hebin wê tundiya li ser jinan bidome. Ji ber vê jî hewce bi çareseriyên aştiyane heye. Ji ber vê divê jin xwedî li pêvajoyê derkevin.”
 
Bi polîtîkayên dewletê û zîhniyeta serdest a mêr tundiya li ser jinan didome. Dewlet tundiya mêr rewa dike û bi polîtîkayên bêcezahiştinê  gumanbaran xelat dikin. Parêzer Eren Keskîn der barê mijarê de axivî û got mirinên jinan ên biguman îşkenceyek sîstematîke û bang li jinan kir ku serî netewînin û têbikoşin.
 
Tundiya li ser jinan zêde bû
 
Eren Keskî da zanîn ku ji ber ziman, newekhevî û polîtîkayên dewletê tundiya li ser jin û zarokên keç zêde bûye û got: “Ji dema komarê heta niha em behsa dewleteke mîlîtarîst ya bi polîtîkayên ewlehiyê xwe didomîne dikin. Lê ji 2016’an şûnde polîtîkayek çavtirsandinê li vê erdnîgariyê mijara gotinê ye.Tundî wek alav hatiye bikaranîn û ji aliyê wezareta karê hundir ve îşkence hatiye parastin. Encama rewakirina tundiyê de tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Ji Peymana Stenbolê ku hatibû îmzekirin hat vekişandin. Vê peymanê jin diparast.”
 
Bi vekişandina peymanê re tundî zêde bû
 
Eren Keskîn daxuyakirin ku piştî ku peyman hatiye fesixkirin tundiya li ser jinan jî hatiye rewakirin û wiha dirêjî dayê: “Min ev bixwe jî jiya. Piştî vekişandina peymanê rojekê ez li teqsiyê siwar bûm û ajokar fêm kir ez parêzer im û got ‘Hevalê min li hevjîna xwe, xistiye niha girtiye wê êdî derkeve ne wisa? Êdî tundiya li ser jinan ne sûc e ne wisa?’ Yanî mirovan ev betalkirin wisa fêm kiriye.”
 
'Dixwazin bi malbatê serdestiya mêr xurt bikin'
 
Eren Keskîn wiha berdewam kir: “Feraseta serdestiya mêr naguhere. Sala borî sala malbatê hat îlankirin. Her kes dizane ku mêr li malbatê tundiyê fêr dibin. Ji ber polîtîkayên fermî yên dewletê di malbatê de tên hilberandin. Dewlet dixwaze bi malbatê serdestiya mêr xurt bike.”
 
'Mirinên biguman îşkenceya sîstematîk e'
 
Eren Keskîn balkişan ser mirinên biguman yên jinan û bi lêv kir ku ev mirin îşkenceya sîstematîk e û wiha domand: “Tundiya liser jinê bi rastî nayê darizandin. Mînak em bêjin Rojîn Kabîş winda bû û tune bû. Ji wargehê derket lê bi rojan tevî lêgerînan nehat dîtin. Gelo çi bi Rojînê hat. Piştre derket holê ku rastî pir cuda ye. Di dosyayê de îhmalên mezin hene gumanbarên cînayetê hene. Em jin li dijî van zextan serî natewînin û têdikoşin. Heta polîtîkayên ewlehî zextxwir radîkal hebin wê tundiya li ser jinan bidome. Ji ber vê jî hewce bi çareseriyên aştiyane heye. Ji ber vê divê jin xwedî li pêvajoyê derkevin.”