Pirtûka jinên di zindanan de hat îmzekirin
- 16:56 13 Kanûn 2025
- Çand û Huner
MÊRDÎN - Li navenda Komeleya Çand Huner û Zimanî ya Rengînê pirtûka "Çîrokên Jinên di Zindanan de" hat îmzekirin. Jinan di bernameyê de peyama xwedîderketina li keda nivîskarên li zindanan da.
Li navenda Komeleya Çand Huner û Zimanî ya Rengînê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pirtûka "Çîrokên Jinên di Zindanan de" hat îmzekirin. Ev berhem bi hevkariya saziyên wekî; Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê hat çapkirin. Pirtûka "Çîrokên Jinên di Zindanê de" ku ji 11 çîrokên ku ji hêla nivîskarên girtî ve hatine nivîsandin pêk tê.
Moderatortiya bernameya îmzekirina pirtûka Çîrokên Jinên di Zindanan de ji aliyê nivîskar û rojnameger Roza Metîna ve hat kirin. Nivîskar Leyla Saraç, nivîskar Fatêxan Taşli Tûnç û xebatkara TUAY-DER'ê Zînet Algan jî wekî axaftvan tevli bernameyê bûn.
Di destpêkê de Roza Metîna bal bir ser merhaleya amadekirina pirtûka Çîrokên Jinên di Zindanan de û naveroka pirtûkê. Roza Metîna banga xwedîderketina li keda nivîskarên li zindanan kir û got ev piştevanî hêzê dide wan.
Banga xwedîderketina li keda zindanan
Piştre Zînet Algan axivî û qala bibîranînek li girtîgehê kir. Her wiha got têkoşîna li zindanan û berhemên li zindanan pîroz e û divê her kes xwedî lê derkeve.
'Helbest û çîrok giyana gelekî diafirîne'
Nivîskar Leyla Saraç jî diyar kir ku divê xebatên wiha kolektîf zêde bibin û got :"Nivîskarên li zindanan gelek tişt afirandine. Gerek em li vê kedê xwedî derkevin. Helbest û çîrok giyana gelekî diafirîne."
31 sal in li ber deriyè girtîgehan e
Nivîskar Fatêxan Taşli Tûnç jî bal bir ser rewşa girtîgehan û got:"31 sal in em li ber deriyên girtîgehan digerin. Tundiya li girtiyan li malbatên wan jî tê kirin. Divê em xwedî li keda girtiyan derkevin."
Bername piştî pirs û bersivan û bi îmzekirina pirtûka Çîrokên Jinên di Zindanan de bi dawî bû.







