Bi girseyî serdana şîna Încî Sumbul hat kirin

  • 16:16 13 Kanûn 2025
  • Rojane
ERZİROM - Girseyeke mezin serdana îna endama YJA Starê Încî Sûmbûl ku li Garê jiyana xwe ji dest da kir.
 
Li navçeya Qereyazî  ya Erziromê, ji bo endana YJA StarÊ ku fermandara Bîryargeha Navendî bû, Încî Sûmbûl (Sema Roza), ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Bi sedan kesî serdana mala şînê kirin. Endamên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Platforma Saziyên Demokratîk bi girseyî serdana şînê  kirin. Girseya ku li taxa şîn lê hatibû danîn kom bû, bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" ber bi mala şînê ve meşiya.
 
Piştî kêliyek bêdengiyê, hevserokê DBP yê Erziromê Ramazan Karakaş daxuyaniyek kurt da û got "hebûna Kurdan bi saya kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane tê naskirin."
 
Hevserokê MEBYA-DER'a  Wanê Yusuf Dundar jî got, "Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin. Roza şehîd û keça vî gelî ye. Pêdivî ye ku em yekgirtî bin. Ji bo serketinê, divê em yekgirtî bin û bi hev re tevbigerin."
 
Merasîma li mala şînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû..