Di meha mijdarê de 9 rojnameger hatin binçavkirin

  • 13:00 9 Kanûn 2024
  • Rojane
 
AMED - Li gorî rapora MKG'ê ya binpêkirina mafan, di meha mijdarê de 9 rojnamegerên jin hatin binçavkirin, 4 jê hatin derbkirin û 5 jî rastî gefan hatin. MKG'ê banga hevgirtinê li raya giştî kir û got: "Dengê rojnamegeran nayê qutkirin, ronahiya rastiyê nayê tarîkirin."
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rapora Binpêkirina Mafan a meha mijdarê ya 2024’an eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin gav bi gav kûr dibin. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: 
 
"Zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin roj bi roj zêde dibin. Rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin, ne tenê bi binpêkirina azadiya ramanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi cudakariya zayendî, şîdet û gefan re rû bi rû dimînin. Ev zext hem azadiya pîşeyî ya rojnamegeran û hem jî mafê gel a xwe gihandina agahiyên rast dixe xeterê.
 
Binçavkirin, serdegirtina malan, gefxwarin, muameleya xerab û hewldanên sansurê yên li dijî rojnamegeran di Mijdara 2024’an de gelekî zêde bûne. Bi taybetî du serdegirtina mala nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Semsûrê, lêdana polîsan a nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ya li Êlihê dema nûçe dişopand û li Stenbolê Hîlal Koylû bi darê zorê dest ji karê xwe berda, ev mînakên şênber ên herî berbiçav in. 
 
Di vê pêvajoyê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di 26'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Di serdegirtina malan de ji bilî Roza Metîna rojnameger Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Havîn Derya, Berfîn Atli û Serap Guneş jî hatin binçavkirin. Ev operasyonên li dijî rojnamegeran ne tenê xebatên wan ên pîşeyî dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî têkoşîna jinên rojnameger a ji bo hebûna jiyana civakî ye.
 
Hedefkirina rojnamegeran êrişeke zayendî ye û armanc jî ew e ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin. Şîdeta fîzîkî û psîkolojîk, gef û zextên darazê yên ku li ser rojnamegeran tên kirin, bi cudakariya zayendî re jî her ku diçe kûrtir dibe. Ev hawirdora zextê ya li dijî çapemeniya azad armanc dike ku dengê rojnamegeran bibire û rê nede ku heqîqet di civakê de were ragihandin. 
 
Pêwîst e demildest ev binpêkirin bên rawestandin, rojnameger karibin bi ewlekarî pîşeya xwe bikin û ji bo wekheviya zayendî pêk were gav bên avêtin. Divê kiryarên şîdeta fîzîkî û psîkolojîk ên li hemberî rojnamegeran bên darizandin û hemû pêkanînên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin bên rawestandin.
 
Weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê em careke din tekez dikin ku em ê li kêleka rojnamegerên li dijî zextan li ber xwe didin bibin. Dengê rojnamegeran nayê qutkirin; ronahiya rastiyê tu carî nayê tarî kirin. Em bang li rayagiştî dikin ku piştgiriyê bidin rojnamegerên jin û Çapemeniya Azad a Kurd.
 
Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran 
 
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin  3
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 8
Rojnamegerên hatin binçavkirin 9
Rojnamegerên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4 
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin  5
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 3
 
Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran 
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 7
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 7
Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 14 (Hejmara kesan): 38
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4'ê Çileya 2023'yan heta niha) 5
 
Astengkirina mecrayên înternet-medyaya dîjîtal 
 
Sîteyên hatine girtin  1
Nûçeyên hatine astengkirin 6
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 3
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî 
 
* Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
* Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
* Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
* Selamet Turan – Rojnameger 
* Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê

Etîketan:

rapor jinnews