Jinên Colemêrgî: Aştî bi gotinê nabe divê gav bên avêtin

  • 09:08 4 Mijdar 2026
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jinên DBP’yî, diyar kirin ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji aliyê PKK’ê ve gav hatine avêtin û divê li dijî vê dewlet jî gavan bavêje û gotin: “Ev pêvajo ne pêvajoya temaşe bike ye. Ev pêvajoya tevli bibe, biguhere ye.”
 
Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, PKK’ê biryara fesixkirinê girt, çek berdan û merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Di vê pêvajoyê de xebatên komîsyona li meclîsê hat avakirin derketin pêş. Ji destpêkê heta îro geşedanên girîng hatin jiyîn. Pêvajo du salên xwe  tije dike û gav û  asta ku pêvajo niha lê ye cihê xwe yê di rojevê de diparêze.
 
Jinên DBP’yî yên Colemêrgê der barê mijarê pêvajoyê de nirxandin kirin û diyar kirin ku divê dewlet gavên şênber bavêje.
 
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
 
Pinar Yalçin da zanîn ku tevgera azadiya Kurd berpirsyariyên xwe anîne cih, gav avêtiye lê tevî vê dewletê gavek şênber neavêtiye. PKK’ê bi awayekî zelal helwesta xwe daniye holê. Berdana çekan destpêkek baş bû. Piştre xwe fesix kir. Lê dewletê tu tiştek nekiriye. Em zelal in û bi biryar in. Divê dewlet gava şênber bavêje. Ji bo gel bi dewletê bawer bike divê dewlet jî wek tevgera azadiyê gavên şênber bavêje. Divê maf û azadî bikevin bin ewlehiyê. Divê ev neyê derengxistin. Em ji destpêkê de dibêjin ku divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê baweriya gel bê qezenckirin.”
 
‘Ev pêvajo ne pêvajoya teşamaşekirinê ye’
 
Pinar Yalçin di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê yên surgunê vegerin, girtiyên siyasî bên berdan û ji bo vê xebat bên meşandin û got: “Di şînên ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane daxwaza aştiyê hat kirin. Bi hezaran dayikên Şehîdan li bende vê pêvajoyê ne. Hevdîtin didomin. Ev pêvajo ne pêvajoya temaşekirinê ye. Pêvajoya tevli bibe, biguherînê ye.”
 
‘Divê pêvajo yekalî neyê meşandin’
 
Hîlal Orhan jî daxuyakirin ku divê pêvajo tenê wek bêdengbûna çekan neyê destgirtin û wiha dirêjî dayê: “Divê çareseriya bi riyên demokratîk û wekheviya gelan bi hev re bê destgirtin. Heta niha ji aliyê me ve gelek gav hatin avêtin. Divê ev yekalî nemînin. Divê dewlet gavên şênber bavêje. Dewlet bi nêzîkatiya ewleparêziyê nêz dibe. Li bende erêkirina MGK’ê ye. Ev jî mixabin pêvajoyê radiwestîne. Divê pêvajo yekalî neyê meşandin.”
 
‘Divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin’
 
Hîlal Orhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê pêvajo bi çavê gel jî bê şopandin û ev tişt bi lêv kir: “Gelê Kurd bi salan e daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dike. Ewil divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Divê dawî li pêkanînên qeyûm bînin. Divê li hember îradeya gel rêzdar bin. Li Colemêrgê jî îradeya gel hatiye xespkirin. Em dixwazin dawî li van xespkirinan bê û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Bendewariya me ev e ku aştî bi gotinê nemîne û gavên şênber bên xurtkirin. Divê ji bo aştiyê gavên şênber bên avêtin.”