'Îradeya gel divê neyê piştguhkirin!'

  • 09:02 19 Çile 2025
  • Rojane
WAN - Jinan derbarê tayînkirina qeyûman de axivîn û gotin: “Qeyûmên tên tayînkirin darbeya mezin a li hember hevserokatiyê ye. Qeyûm nefreta desthilatdariyê ya li hember Gelê Kurd e."
 
Sê deme qeyûm tayînê şaredariyan tên kirin û her roj ên nû lê tê zêdekirin. Ji hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an het aniha qeyûm tayînê şaredariyên Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Xeleftî, Esenyurt, Pulur, Mîks, Dêrsîmê hat kirin. Herî dawî tayînê şaredariya Akdenîzê hat kirin û hevşaredarên wê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç hatin girtin.
 
Jinan bertek nîşanê qeyûman dan û diyar kirin ku ev xespkirina îradeya gel e.
 
‘Tehemulê şaredariyên me nakin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Berîvan Polat Çaglayan da zanîn k ji 2014’an heta niha polîtîkayên qeyûm didomin û got: “Dijminahiya li hember Kurdan bi sedsal in didome. Ev bêtehemulî bi destkeftiyên gel derketine holê. Li holê dijhiqûqî û bêdadiyek heye. Tehemulê hevşaredar û şaredariyên me nakin. Bi qeyûman dixwazin îradeya me bişkînin. Ji 2014’an heta niha tevî zextan gelê me şûnde gav navêt. Hîn bêtir xurt bûne. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve. Çi dikin bila bikin nikarin îradeya me bişkînin. Em ê li dijî qeyûman bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.”
 
‘Em vê zilmê qebûl nakin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Rêya Armûşê Nurhayat Polat jî daxuyakirin ku sê deme qeyûm tên tayînkirin û wiha dirêjî dayê: “Qeyûm hevserokatiyê hedef digirin. Hevserokatî li hemû cîhanê dibe mînak. Em xespkirina qeyûm qebûl nakin. Em carek din dibêjin. Wê têkoşîna me li dijî desteserkirina îradeya me bidome. Tu aliyê vê yê hiqûqî tuneye. Mijar ne şaredariye, mijar pirsgirêka Kurd e. Me ev bi şaredariya Esenyurtê dît. Niha jî tayînê şaredariya Akdenîzê kirin. Hevşaredar û endamên meclîsê hatin girtin. Ev zilma siyasî ye. Em vê qebûl nakin.”
 
‘Nikarin îradeya gel tune bikin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermît jî ev nirxandin kir: “Em dibêjin em li welatekî demokratîk dijîn em her sibeh bi qeyûman şiyar dibin. Şaredarên bi daxwaza gel hatine hilbijartin tên girtin, ji peywirê digirin. Waliyan tayînê şûna wan dikin. Nikarin îradeya gel tune bikin. Em ê van biqîrin. Qeyûm talan in. Xesp in. Hevserokatî xeta me ya mor e. Qeyûm darbeya li dijî pergala hevserokatiyê ye.”
 
‘Em ê heta dawî mafê xwe biparêzin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Elbaqê Hevîdar Bayer jî balkişand ser mijarê û got: “Qeyûm nefreta desthilatdariyê ya li hember Kurdane. Me mînaka vê li Esenyurtê dît. Ev êrişek li hember hevserokatiyê ye. Em van êrişan qebûl nakin. Qeyûm xespkirin. Dixwazin kurdên apolîtîk ava bikin. Heta ji destê me bê em ê li dijî van polîtîkayan xwe rêxistin bikin û mafê xwe biparêzin.”