
Hesabê X'ê yê JINNEWS'ê hat girtin
- 15:32 20 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê X'ê yê JINNEWS'ê @JinNews_turkce hat girtin.
Hesabê ajansa me JINNEWS yê X'ê (Twittera berê) @JinNews_turkce ji aliyê platformê ve hat girtin. Di derbarê sedema girtina hesab de hêj ti agahî nehatine girtin, ajansa me li dijî biryarê dest bi pêvajoya îtirazê kir.