'Medyaya Anadolu' ya îktidarê ji bo parastina qeyûm ketine pêşbirkê

  • 09:02 16 Hezîran 2024
  • Medya Kritîk
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna li dijî qeyûman didome û ‘Çapemeniya Anadolu’ ya desthilatdariyê jî ji bo parastina qeyûman nûçeyên xwe çêkir.
 
Çapemeniya alîgirê desthilatdariya ku polîtîkayên qeyûm dimeşîne, ji bo nêrînê biafirîne û nefretê belav bike weşanê dike. Di bin navê ‘nûçegîhaniyê’ de nefretê nomal dike û bi pênûsa xwe ya şikestî derewan dinivîse. Çapemeniya alîgir piştî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê derfetek nû bidest xist. Çapemeniya ku bi darbeya li demokrasiyê eleqeder nebû, dîsa li gorî xwe kes hedef girt.
 
Ne çapemeniya gel a destilatdariyê
 
Serokomarê AKP’î di axaftina 5’ê Hezîranê ya bernameya ‘8’emîn Xelatê Çapemeniya Anadolu’ de axivî û çapemeniya hewzê wek ‘çapemeniya Anadolu’ nirxand. Ev gotineke hema wisa hatiye gotinê nîne. Bi vê gotinê peyama ‘bikevin tevgerê’ da çapemeniya hewzê. Erdogan di axaftina kir de got cihê çapemeniya herêmî ku weşanê dike tu sazî nikare bigire û çapemeniya herêmî peywira pirê dibîne. Bêguman çapemenî di vî alî de xwedî peywir e. Lê çapemeniya alîgir peywira xwe ya pirê ne li alî gel li alî desthilatdariyê bi kar tîne. Li gorî daxwazên desthilatdariyê tevdigere.
 
Nûçeya derew a Yenî Şafakê
 
Piştî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê hewldanên çapemeniya alîgir dîsa em matmayî nehiştin. Ji her alî li dijî qeyûman bertek hat nîşandan lê çapemeniya alîgir pesnê AKP-MHP’ê û partiyên alîgir da. Yenî Şafak ku der barê binçavkirina hevşaredarên Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de nûçe çêkir, got ‘hevşaredarê DEM Partiyê dema direviya hat girtin’ çêkir.
 
Yenî Şafakê ku hewl da qeyûman mafdar derxe binçavkirina hevşaredar wek, reviyaye û hatiye binçavkirin da.Yenî Şafakê her wiha di nûçeyek din de jî axaftina hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ya di Meclîsa TBB’ê de kiriye hedef girt. Ahmet Turk di axaftinê de polîtîkayên qeyûm rexne kir û şermezar kir. Yenî Şafakê ji ber van gotinan Ahmet Turk hedef girt.
 
Hewldana wan a ku rewa bikin
 
Yenî Şafak ku hewl dide hêjayî ‘çapemeniya Anadoluyê’ bin, xuyaye ku hêrsa wan hîn bêtir mezin bûye û ji ber vê jî nûçeyên xwe yên dijminwarî û nefretê tenê bi rûtînan derbas nekirin. Rojnameger Aybîke Eroglu di nivîsek xwe de dîsa pergala hevserokatiyê hedef girt.
 
Kî bi agahiyên ku Yenî Şafak dide eleqeder dibe?
 
Di nîvîsê de wiha dihat gotin: “Li gorî agahiyên Yenî Şafakê xwe gîhandiyê, ji bo şaredariya bajarê mezin a Amedê û rêveberên wê rêveberiya golge hatiye tayînkirin. Rêveberên KCK’ê yên qaşo, komiser tayînê hevşaredar Serra Bucak Kuçuk, Dogan Hatun hatiye kirin û serkêşa TJA’yê Halîme Bayrak kirine komîser.”
 
Çapemenya alîgir dema van nûçeyan diweşîne armanca wan ev e ku mafê mirovan bê binpêkirin û kes bê hedef girtin. Aybîke Eroglu di nûçeya nivîsî de bû dîsa pergala hevserokatiyê hedef digire û herî zêde êrîşê têkoşîna jinê dike.