Bi awayekî magazînî ragîhandina komkujiyê fêdeyê dide kê?

  • 09:02 22 Cotmeh 2023
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hinek rojnamegerên ku li şûna balê bikşînin ser hilweşîna ku şer afirandiye, bi bernameyên zindî yên kelecanî şer radiginînin û komkujiyê wek magazînî radigihînin. Gelo fêdeya vê ji kê re heye?Bi weşangeriyeke magazînî gelo wê ruyê rast yê şer ji kê çiqas veşêrin?
 
Bandora çapemniya dîtbarî û nivîskî ya li ser civakê li ser daxwaza desthilatdariyê tê teşekirin.  Li dijî her bûyera ku desthilatdarî bi rîsk dibîne, weşangeriya xwe derdixe pêş, bi nêrîna ku dixwaze bê afirandin, civakan îkna dike. Em li roja xwe ya îro binêrin, çapemenî ji nûçegîhaniya civakê dur, weşangeriya magazînî de israr dike.
 
Hem heye hem tune ye: rewşa çapemeniyê
 
Desthilatdarî bi hevkariya çapemeniyê hewl didin xwe derxin asta hor û îro ev gihiştiye astek cuda. Rewşa mijara gotinê ye,  mixabin di rewşên şer de zêdetir dertên holê. Li Rojhilata Navîn di 2010’an de li Tunusê ‘bihara ereban’ dest pê kir û bi vî navê hewl dan şer xweş nîşan bidin û ruyê reş yê şer xwe li welatên din da nîşan dan.  Bi dorê Yemen, Suriye, Lîbya bû hedefa hêzên navneteweyî û ligel van Talîban jî Afganîstan kontrol girt dest xwe û di sala dawî de li Îranê jî piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan berxwedanê destpê kir. Îro Tirkiye û komên girêdayê wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, Israîl jî li dijî Fîlîstanê êrîşan pêk tîne. Di van êrîşan de bêguman yên herî zêde bandor dibin jin û zarok bûn. Bêguman peywira çapemeniyê ku tiştên ku jin û zarok dijîn bide nîşandan lê li aliyê din jî  gelek girînge ku daxwazên wan dengê wan bide bihistin. Di vê mijarê de çapemenî ji pirsa me ya ‘hun li ku derê ne’ jî agahiya wan tuneye.
 
Kelecana wan ji komkujiyê wêdetir bû
 
Dîsa di şer de çapemeniya ku alî bi destê wan digirin wek hêza yekemînin û îro di şerê Israîl û Fîlîstînê de tiştên tên jiyîn saniye bi saniye tê ragîhandin. Bêguman çavê civakê jî li van nûçeyan e. Li Gazeyê, bombeyên diteqin, zarokên jiyana xwe ji dest didin, jin, avahiyên hilweşiyane, nexweşxane, dibistan û gelekên din. Ragîhandina van bêguman peywira rojnamegerane. Lê rojnamegerên li herêmê bi weşangeriya ku kamerayan heta çavên zarokên tirsyayî, cenazeyan nêz dike, vê rewşa xerab gelo bi kîjan hestan nîşan dide? Mînak piranî kesên di êrîşa li nexweşxaneya Gazzeyê de jiyana xwe ji dest dan jin û zarok bûn, lê kelecana rojnamegerên ku ev radigihand ji komkujiyê wêdetir bû.
 
Kîjan nirxa nûçeyê dihewîne?
 
Dîsa di nûçeyên der barê şer de hinek rojnameger êşa mirovan bi ‘kelecanek’ mezin radigihînin û hewl didin hemû bale bikişînin ser xwe. Em dikarin bi vê mînakê bibîr bînin; di 9’ê cotmeha 2019’an de di êrîşek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nûçegîhanê CNN Turkê tevli ewşanda zindî bû û dîmenên wê demê gelek kesî dîtibû. Nûçegîhanê mijara gotinê dîmenê pişt xwe û dema bombe dihat avêtin û duman jê hil dida nîşan dida. Gelo ev çiqas raste? Em bên roja îro, Şefa Nûçeyên Taybet ya CNN Turk Fulya Ozturk ya ji bo şopandina şerê navbera Israîl û Fîlîstînê li herêmê bû, helwesta wê ya dema êrîşa bi roket de, yek ji majarên sereke ya demên dawî de pir zêde hat axaftinê bû. Li şûna tiştên ku raste rast hatiye jiyîn ragihîne, bi helwesta xwe ne şer, xwe derxist pêş û ev nêzîkatî di çapemeniya civakî de rastî bertekan hat.Bi vî awayî bûyera mijara gotinê ye, pirsa ‘li wir çi dibe?’ ji holê rakir.
 
Çapemeniya alîgir ku şer, hilweşîn û komkujiyê wek ‘xwepêşendan’ pêşêş dikin, armanca wan ya esas a bi weşangeriya magazînî nayê fêmkirin,  bêguman gelek kes dizanin ku bi vê dixwazin kîjan nêrîn tê afirandin.