Êrîşên li hember Tişrînê didomin lê cîhan bêdeng e
- 09:06 22 Çile 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Meclisa Tendirûstiyê ya bajarê Helebê bertek nîşanî êrişên li ser nobedarên Bendava Tişrînê da. Ji Hevserokên Meclisa Tendirustiyê Leyla Hesen ku êriş şermezar kirin di axaftina xwe de bang li dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.
Êrîş û kiryarên dewleta Tirk li dijî nobedarên bendava Tişrînê û kesên ku ji bo piştevaniyê diçin didomin. Di encama van êrişan de beriya bi du rojan vê dewletê kesên ku ji bo bendavê nobedê digirin û konvoya ku di nav de endamên Meclisa Tendirustiyê, ambulans, rojnameger, jin, zarok kal û pîr û herwiha hunrmend jî hebûn ku ji bo piştevaniyê ber bi bendavê ve diçûn ji xwe re kir hedef û bi dehan kes qetil kirin û birîndar kirin. Meclisa Tendirustî ya bajarê Helebê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk da.
Ji Hevseroka Meclisa Tendirustî ya bajarê Helebê Leyla Hesen ku bertek nîşanî êrişan da di destpêka axaftina xwe de wiha got, "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrîn û bi taybet hedefgirtina gel bi tundî şermezar dikin. Îro dewleta Tirk tevahî qanûnên mirovî têk bir êrişî gel, rojnemevan û ambulansan dike û dewletên navneteweyî jî çavên xwe ji van êrîşan re girtine û bêdeng mane."
'Dewletên navneteweyî li ku ne'
Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla bal kişand ser êrişên li ser rojnamegeran û ev tişt anî ziman: "Li cîhanê em hemû dizanin ku divê rojnemeger neyên hede girtin neyên binçavkirin û neyên qetilkirin. Lê belê rojnemegerên Kurd bi hedefgirtinê re rû bi rû ne. Her wiha ambulans jî nayên hedefgirtin. Lê belê ambulansa me dema ji bendava Tişrînê birîndar derbasî nexweşxaneyê dikirin hedef girtin û êriş kirin. Dewletên navneteweyî li hember berdewamkirina van êrîşan ku derê ne? Dewleta Tirk bi van êrişan nikare me tune bike û dawiya me bîne."
'Em bang li Xaça Sor dikin'
Di dawiya axaftina xwe de Leyla banga xwe ji bo dewletên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û wiha got:"Em banga Rêxistinên mafê mirovan û xaça sor dikin ku dengê xwe li hemberî van êrişan bililnd bikin. Divê ev sazî li hemberî êrişên li ser gel pêk tên bêdeng nemînin. Heger bê deng bimînin wê rê li dewleta Tirk bê firehkirin û wê bêhtir êrişî sivîlan bike."