Heyeta DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
- 09:07 22 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê wê îro ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin pêk dihat, piştî serdana li Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî yên li Meclîsê û bi siyasetmedarên girtî re gelek serdan kirin.
Hate hînbûn ku Şanda Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê îro biçe Îmraliyê. Di Şandeyê de dê kî cih bigire agahî nehat girtin.