Medya qedexeyên çand û hunerê vedişêre!

  • 09:04 8 Cotmeh 2023
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtîkayên çand û hunerê yên îktîdarê li gorî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diguhere. Medyaya alîgir jî wan polîtîkayên ku dijminatiya hilberîna çandî û hunerê dike vedişer e. 
 
Em ji peyvên sansûr, qedexe, astengî û betalkirinê re ne biyanî ne. Her qad para xwe ji wan peyvan digire, wekî qada çapemeniyê. Hefteya borî Freedom House rapora xwe ya sala 2023’yan parvekir û diyar kir ku li Tirkiyeyê di deh salên dawî de azadiya înternetê gav bi gav kêm bûye. Heyeta ku ji endamên Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Navenda Azadiya Çapemenî û Çapemeniyê ya Ewropayê (ECPMF), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT) û Rojnamevanên Sînornenas (RSF) pêk tê, azadiya çapemeniyê nîqaş kirin û gotin li Tirkiyeyê rojnameger di bin gef û zextan de karên xwe dikin. 
 
Piştî agahiyeke wisa kurt kurmanci em ê li ser polîtîkayên li hemberî qada çand û hunerê û rojnamegeriya çand û hunerê rawestin. Em îro dibînin ku rojnamegeriya çand û hunerê gelekî qels e. Helbet rojnamegerên ku di vî qadî de dixebitin hene lê kêm in. Ligel qada çand û hunerê para xwe ji sansûr û qedexeyan digire jî ji ber kêmasiyên bi vî rengî çalakiyên çandî nayên dîtin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek çalakiyên curbicur yên çand û hunerê tên lidarxistin. Bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê, îlankirina OHAL’ê û bi derxistina KHK’ê mîhrîcanên fîlm û şanoyê, çalakiyên çand û hunerê û konserên hunermendên kurd û yên muxalîfan bi rêbaz û hincetên cuda hatin astengkirin û qedexekirin, heman rewş niha jî didome.
 
Polîtîkayên çand û hunerê ya îktîdarê ji bo Kurdistanê cuda ye û ji bo Tirkiyeyê jî cuda ye. Li Kurdistanê ji bo qirkirina ekolojî û têkbirina nirxên gel mîhrîcan tên organîzekirin. Li Tirkiyeyê jî bi hinceta nirxên mirovatiyê têk diçe organîsazyonên tên qedexekirin.
 
Li bajarên Tirkiyeyê îktîdar bi daxwaza komên wekî TUGVA, MUSÎAD, ONDER, Cemiyeta Belavkirina Îlîmî, ÎHH û Komeleya Ciwanan a Anadolu mîhrîcan û xebatên çand û hunerê qedexe dike. Vê tiştî jî bi rêya medyaya xwe qaşo hesasiyetên gel a "Mîhrîcanên ku tên lidarxistin exlaqê ciwanan xirab dikin" li ber çavan digire û dike. Ji xwe re hem girseyek kom dike û hem jî dixwaze xwe li ser medyayê mafdar derxe. Mîhrîcanên wekî li Mugla, Zonguldak, Kazdagi, Edene, Sancaktape, Sînop, Xarpêt û Eskîşehîr hwd. bi dehan mîhrîcanên din bi heman hincetê hatin qedexekirin. 
 
Li Kurdistanê jî beriya xespkirina şaredariyan gelek mîhrîcanên cand û hunerê dihatin lidarxistin. Bi tayînkirina qeyûman re ev mîhrîcan yekcar hatin betalkirin. Ligel qedexeyên li bajarên Tirkiyeyê, li bajarên Kurdistanê bi maliyeteke zêde organîsazyonên mezin ên mîhrîcanan tên kirin. Bi rêya medyayê jî wekî organîsazyonên ku cara yekem li herêmê tên kirin, ji bo aramiya herêmê û ji holê rakirina cudakariya di nava gelan de propagandaya mîhrîcanan tên kirin. Ev mîhrîcanên ku bi taybetî li Kurdistanê tên organîzekirin parçeyeke ji polîtîkayên şer a taybet e. Di mîhrîcanên ku tên lidarxistin de armanca sereke tehrîpkirina xwezayê wek 4'emîn Mîhrîcana Cilo yê mirov dikare wek mînakeke sereke bide. Ev mîhrîcana ku ji hêla medyaya alîgir ve propagandaya vê hat kirin jî piştî qedandina mîhrîcanê texrîbata ku hatî kirin derket holê. Herêma ku bi salan ji welatiyan re bi hinceta operasyonên leşkerî hatibû qedexekirin, wekî bi salan li vir tiştek nebûye û pirsgirêkên hatine çareserkirin mîhrîcan hat lidarxistin. Ev tişt tenê ji bo 2 rojan bû û piştre qedexe berdewam kir... 2'yemîn Mîhrîcana Muzîkê ya Çiyayê Agirî jî li stadyumê hat lidarxistin, medyaya alîgir dîsa li ser wezifeyê bû. Pirsgirêkên ku bi salan li bajêr dihat jiyîn ne xema wan bû... Piştî mîhrîcan qediya ji bajêr derketin û berê xwe dan bajarek din a Kurdistanê... Heman feraseta li darxistina mîhrîcana ji bo 2’yemîn Mîhrîcana Sur Kultur Yolu jî berdewam dike. Ev mîhrîcan jî dê piştî hefteyek şûnde bê lidarxistin. Heman hişmendî li bajarên Kurdistanê yek bi yek digere... 
 
Ligel cudakariya polîtîkayên qirkirina çand û hunerê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike, vê heftê herî zêde di medyayê de betalkirina Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê li pêş bû. Betalkirina mîhrîcanê berhema heman zîhniyetê ye.
 
Helbet bertekên li hemberî sansurê tên kirin girîng in. Ji bo nîşandana fîlm û belgefîlmên din gavek girîng e. Ji ber ku mîhrîcan bi her awayî qadek girîng e, ji bo nîşandana fîlmên siyasî û qedexekirî. Mirov dikare Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê wek alternatîfek nîşan bide. Çend ji hêla çapameniya azad û muxalîf ve mîhrîcan baş nehat dîtin jî li dijî hişmendiya sansûrê xebateke girîng hat pêşxistin. Mîhrîcana 8’emîn bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hat organîzekirin. Mîhrîcan 5 rojan berdewam kir. Bi giştî 31 belgefîlm û her belgefîlm jî 2-3 caran li cihên cuda hatin nîşandan. Di nava van 31 belgefîlman de derhênerê 13 belgefîlman jin bûn. Derhênerên 15 belgefîlman jî tevlî mîhrîcanê bûn. Ligel derfetên kêm, mîhrîcan bandorê li ser fîlmhezan kir. 
 
Ev mîhrîcan bi fîlm, derhenêr û temaşevanên xwe ve ji mîhrîcanê ku ji hêla îktîdarê ve tên organîzekirin re dibe alternatîfek. Li bajarên ku ev qas xebatên çand û hunerê tên astengkirin û qedexekirin, li darxistina Mîhrîcana FîlmAmed pir bi nirx e.