Ji Urdunê heta Malezyayê: Riya çareseriyê têkoşîna hevpar e

  • 09:04 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinan, komxebata ku Koma Xebata Wekheviya Zayenda Civakî Progressive Alliance, pêk aniye nirxandin û diyar kirin ku  pirsgirêk hevpar in û ji bo vê divê têkoşîna hevpar bê dayîn.
 
Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî Progressîve Allîance (Tifaqa pêşketî) ku ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê bi giştî ji 27 welatan jin tê de cih digirin, komxebata xwe ya ku du rojan berdewam kir, bi malovaniya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê pêk anî. Di komxebatê de di serî de zayenda civakî, gelek pirsgirêkên li cîhanê jin dijîn û pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
 
Jinên di komxebatê de cih girtin ji ajansa me re nirxandin kirin. 
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangoz: Em ji wan re bûn rol model
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangoz, diyar kir ku ji koma xebatê re malovanî kirine û got ev serdan gelek girîng bûye. 
Goncayê wiha anî ziman: “Em wek partî xebatê jinan dibin nokteyek cuda. Di vî alî de em bûn rol model.  Pirsigrêkên jinan ên li welat tên jiyîn, em li dijî çi têdikoşin û dikarin çi bikin, hatin nîqaşkirin. Me li ser nûneriya wekhev û hevserokatiyê nirxandin kirin. Dema polîtîkayên serdest ên mêr tund dibin jin di xeta têkoşînê de tên gel hev. Li her deverê cîhanê jin tundiyê dibînin. Pirsgirêk hevpar in. Ji ber vê jî divê çareserî jî hevpar be. Divê civîn, komxebat bên berfirehkirin û fêdeya wê hebe. Di vê mijarê de wê serdan bidomin.”
 
Endama Partiya Çalakiya Demokratîk a Malezyayê kasthurî Patto: Pisgirêk heman in
 
Endama Partiya Çalakiya Demokratîk a Malezyayê Kasthurî Patto jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a li welatê me ev e ku jin di siyasetê de tune ne. Pirsgrirêka din jî bûyerên tundiyê û zewacên temenê zarokatiyê ne. Butçeya ji bo van pirsgirêkan hatine veqetandin ji sedî yek e. Ji ber zayendê pirsgirêka yekparêziyê pir mezin e. Li meclîsê, kolanê dema dengê jinan bilind dibe hinek tişt diguherin. Me bi avakirina vê platformê xwest dengê jinan bidin bihîstin. Ez li vir bi têkoşîna jinên Kurd agahdar bûm. Dîtina vê têkoşînê ji bo min pir girîng e. Pirsgirêkên li vir tên jiyîn ji yên Malezyayê cudatir nînin.”
 
‘Em ê bi her kesên ku têdikoşin re bin’
 
Kasthurî di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi saya çapemeniya dîjîtal ji têkoşîna jinên li cîhanê pêk tê agahdar dibin û wiha dawî lê anî: “Yek ji berxwedana din a bala me kişand ‘jin jiyan azadî’ bû. Ez têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînim. Kurd bi salan e ji bo nasnameya xwe têdikoşin. Ev mirovan bandor dike. Divê tiştên tên jiyîn bên vegotin. Ne tenê meclîs divê jin tevli hemû qadan bibin. Divê ji bo vê em hemû bibin yek. Jin ne tenê ne. Em ê bi her kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin re bin.”
 
Endama Partiya Sosyal Demokrat a Urdunê Înna Salaom: Riya rizgariya jinan têkoşîna hevpar e
 
Endama Partiya Sosyal Demokrat a Urdunê Înna Salaom jî destnîşan kir ku pirsgirêkên tên jiyîn li her derê cîhanê wek hev in û wiha bi lêv kir: “Em li dijî pirsgirêkên jinan têkoşînê mezin dikin. Sekretera paritya me jineke û ev li welatê me tiştekî ku zêde tê dîtinê nîne. Ji bo vê jî tiştekî girîng e. Li vir di hevdîtinên bi DEM Partiyê re min motîvasyonek mezin girt. Ez ê vê tecrube û çîrokan bibim partiya xwe jî. Riya rizgariya jinan bi têkoşîna hevpar pêkan e. Hewcedariya me jinan bi nûneriya wekhev heye"