12'yê Kanûna 2021'ê: 156 rêxistin li dijî şîdetê meşiyan

  • 09:01 12 Kanûn 2024
  • Di Dîrokê De Îro
156 rêxistinên jinan li dijî şîdeta li hemberî jinan û ji bo naskirina têgîna “Qirkirina Jinan" daketin qadan. Li Zurîh a Swîsreyê di nav de Yekitiya Jinên Kurd heyî bi tevahî 156 rêxistinên jinan tevgera “Tifaqa Ni Una Menos" ava kir û li dijî qirkirina jinan meşek li dar xist. Bi hezaran jin li Helvetîaplatzê kom bûn. Di meşê de jinan bang li Hikûmeta Federal a Swîsreyê kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê li gorî Peymana Stenbolê tevbigere. Jinan daxwaz kir ku divê têgîna "Qirkirina jinan" bê nasîn, li dijî şîdetê ceza bê dayîn û her wiha divê hikûmeta federal li dijî şîdetê têbikoşe. 
 
Hin bûyerên ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2014: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji Civaka Êzidî û saziyên wê re peyam şand. Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser qirkirina li Şengalê pêk hat û got, "Jinên êzidî ku rehîn hatin girtin û li bazaran wekî kole kirin bazarê, penabertiya di şertên zoar û zahmet de û cîh û warên pîroz ku tê xwestin bi erdê re bibin yek, pêdiviya bi hêza cewherî û rêveberiya cewherî bi hemû aliyên wê li ber çavan radixe."
 
2015: Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji malbata Dilek Dogan a hat qetilkirin bi îdiaya "mukavemeta li memûr" lêpirsîn da destpêkirin. 
  
2018: Bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin li avahiya HDP'ê ya Amedê gelek kesî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Polîsa êrişî çalakgerên çalakiya gireva birçîbûnê kirin. 50 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin binçavkirin. Rêxistina HDP'ê bang li gel kir ku bê ber avahiya HDP'ê. 
  
2019: Jinan li Guvenparka Enqereyê xwestin piştigiriyê bidin reqsa "Las Tesisê" ya jinên Şiliya Emerikaya Başûr a li dijî destdirêjî û tecawizê dabûn destpêkirin lê belê polîsan êrişî jinan kirin. Di êrişan de 8 kes hatin binçavkirin. 

Etîketan:

jinnews