Dayikên Aştiyê li ser sînorê Kobanê banga pêkanîna aştiyê kirin

  • 15:35 2 Çile 2025
  • Rojane
 
 
RIHA - Li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Tirkiyeyê li ser sînorê Kobanê nobet hat destpêkirin. Nobeta ku 11 roj in didome de îro endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê beşdar bûn.
 
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, di roja 11’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, bi tevlîbûna endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê didome. 
 
Di nobetê de pankartên "Rojava rûmeta me yê" û "Nazim û Cîhan rûmeta me ne" hat vekirin. Di  roja 11'emîn a nobetê de daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Meyaser Korkmaz axivî û got: "Me her tim aştiyê xwest. Me ji Dayika Berfo û vir ve daxwaza aştiyê anî ziman û em ê bidomînin." 
 
'Divê her kes bi berpirsyarî rabe'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît jî axivî: "Em weke dayikên aştiyê dixwazin aştî were. Em naxwazin xwîna tu kesî bê rijandin. Divê her kes bi berpirsyarî rabe. Êdî bes e. Wê heta kengê dewam bike? Em ê bêjin aştî, aştî, aştî ji her kesê ku ji bo aştiyê têdikoşe re dixwazim." 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Edalet Çay jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "11 roj in em li ser sînor nobedê digirin. 10 sal berê ji ber şer ciwan herikîn li ser sînor. Dîsa heman tişt diqewime. Em êdî bes e, bila ev xwîn raweste, em wek dayikên aştiyê li her derê daxwaza aştiyê dikin."
 
Daxuyanî bi çepik û qîrîna dirûşmên "Bijî berxedana Rojava" û "Bijî aşitî" bi dawî bû.