Xwendevanên pileya yekemintiyê girtîn hestên xwe anîn ziman

  • 10:19 18 Gulan 2018
  • Zarok
Hîlal Rizgar
 
MEXMÛR -Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dibistan ketin betlana havînê û çend xwendevanan dibistan di pileya yekemîntî de qedandin. Xwnedevanên ku li dibistanan yekemîn hatin hestên xwe parvekirin diyar kirin ku kesên xwedî armanc dikarin bi ser kevin.
 
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ku12 dibistan û 4 hezar xwendevan hene duh ketin betlana havînê. Xwendevanên ku vê salê li dibistanan bûn yekemîn hestên xwe parve kirin  anîn ziman ku kesên xwedî armanc dikarin bi ser kevin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. 
 
Ji xwendevanên di dibistanên wargehê de buyî yekemîn Mezlum Yaman wiha qala serkeftina xwendina wargehê kir: "Eger em  qala serkeftinê bikin, serkeftin dema mirov xwedî armanc be, mirov dikare di her mijarê de pêşketnan bi xwere bîne.  Perwerdeya me ya vê salê gelek xweş derbas bûl."
 
'Ked bi xwe re serkeftinê tîne'
 
Mezlum Yaman serkeftina dibistanê di kedê de dît û wiha berdewam kir? "Eger armancek ya mirovan hebe, mirov kedê bide û xweêdanê birijîne bivê nevê mirov wê berdêlê wê kedê bigire. Ji bo ku mirov serkeftineke mezintir bi dest bixe jî pêwiste mirov pêşerojek mezintir, xeyalên mezintir ji bo xwe bike armanc ji bo ku mirov bi ser keve.  Eger mirovek bikaribe di jiyana xwede pêşketinan bide afirandin û xizmeta gelê xwe bike ew mirov serkeftî ye. Lê kesên ku li berjewendiyên xwe yên kesane bigere ew kes ne miroveke/î serkeftiye." 
 
'Xwendevanî pêşengtî ye'
 
Xwendevana di pileya yekemîntiyê de dibistan qedand Berçem Tok wiha bahsa serkeftina xwe kir: "Her salek ya perwerdê bi zor û zehmetiyan derbaz dibe. Xwendevantî ne tenê dibistan xwendin, yan jî fêr bûna zanekê ye.  Xwendevanî pêşengtî ye. Di rastîyê de me salek pir giran û zehmet derbas kir ez ne li benda pileya yekemîntiyê bum. Lê min xeyal dikir û dixwest ku bibim yekemîn û  ez vê coşê bijîm. Rastî ji nikarim vê keyfxweşiya xwe bi gotinan bînim ziman hesteke gelek cuda û xweş e. Ez sipasiya xwe ji  tevahî mamostayên ku ders dayîn me û ji bo pêşketina me ked dan  ku em bi saya wan bi ser ketin re  dikim."