Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan bi dawî bû

  • 20:47 7 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bang li tevahî jinên Sûriyeyê hat kirin ku ji bo Sûriyeya azad û demokrat bibin yek û têkoşîna hevbeş bi pêş bixin.
 
Kongra Star vê sibehê li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi diruşma "Bi hevgirtina Jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" û bi beşdariya 500 jinên ji tevahî pêkhateyên herêmê, her wiha bi beşdariya zoomê ya jinên Sûriyeyî yên ji sahil, Siwêda, Heleb û Şamê, Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan li dar xist. 
 
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Berdevka Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo bi zimanê Kurdî û berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa bi zimanê Erebî encamname xwend.