Zarokên agahiya wan ji 23’ê Nîsanê tune: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

  • 09:02 23 Nîsan 2018
  • Zarok
AMED - Li Tirkiyeyê rewşa zarokên xebatkar her diçe xirab dibe. Bi hezaran zarokên dixebitin agahiya wan ji 23’ê Nîsanê tuneye û yek ji van zarokan jî Yasîn û Necîp ên ji Helebê ne. Yasîn û Necîp daxwaza wan ev e ku şer bi dawî bibe û vegerin ser axa xwe.
 
Li Cîhanê, Tirkiye û Kurdistanê îstîsmara zarokan, karkeriya zarokan û kuştinên zarokan didomin û saziyên navnetewî jî li dijî van pêkanînên li dijî  zarokan bêdengin. Li cîhanê û gelek welatan der barê zarokan de gelek peyman tên îmzekirin lê ev tenê bi îmzeyan dimîne. Welatên îmze avêtine jî tenê daneyên der barê şert û mercên zarokan de aşkera dikin.  Li Tirkiye û Kurdistanê jî wekê ku şert û mercên zarokan pir başe ji welatên din penaber tên girtin û van şertên ne baş bandorek mezintir li ser zarokan kir.
 
Karkeriya zarkan zêde dibe
 
Karkeriya zarokan roj bi roj zêde dibe û bûyerên îstîsmarê jî zêde dibin. Ji bo zarokan alternatîf nayên pêşniyarkirin û gumanbarên îstîsmarê jî ji aliyê darazê ve tên parastin û berdan.  Li kolanê em digerin û zarokên ji Helebê Yasîn (14) û Necîp (16) dibînin. Yasîn bi ereboka çopê, poşetan berhev dike.  Yasîn ji Helebê hatiye û erebî dixaxive, lê bi qasî xwe îfade bike Tirkî diaxive. Yasîn çawa me dibîne diçe parqê rudine û em jî li pey wî diçin.
 
‘Ez dixwazim vegerim rojên berê’
 
Em 23’ê Nîsanê ji Yasîn dipirsin û Yasîn dibêje agahiya wî ji vê rojê tune û wiha dibêje: “Ez ji Helebê hatim. Ji bo em di bin bombeyan de nemînin em hatin vir. Bavê min mir. Dayika min li Dîlokê ye û ez jî birayê xwe li virin. Ez poşet û naylonan kom dikim û bi vê em debara xwe dikin. Ez dixwazim vegerim ser axa xwe. Çawa şer bi dawî be emê biçin.”
 
‘Ez dixwazim biçim Helebê’
 
Em bi Necîp yê ligel Yasîn re jî diaxivin. Necîp wiha dibêje: “Ez li Helebê nedixebitîm. Diçûm dibistanê. Çawa şer dest pê kir em bi malbatî hatin Amedê. Em 11 kesin. Ez dixazim li Helebê bûma. Çawa şer biqede emê biçin ser axa xwe.”
 
Wezîra Ewlehiya Civakî û Xebatê Julîde Sarioglu  di ‘Merasîma Îmzeya Deklerasyona Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re’ îlan kiribû ku Sala 2018’an  ‘Sala Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan’ îlan kirine. Julîdeyê diyar kiribû ku wezaretê di vê mijarê de pêngavên girîng avêtine û polîtîkayên bi biryar pêk anîne.  Julîdeyê gotibû hêza herî mezin a xebatê wê ji Emîne Erdogan bigirin û wê bi alîkariya wê destê xwe bidin hemû zarokên Tirkiyeyê û erdnîgariyên din.
 
Julîdeyê ku got wê destê xwe bidin zarokên erdnîgariyên din, behsa zarokên li ser axa wan hatine qetilkirin Cyelan Onkul, Ugur Kaymaz, Mîray, Cemîle û Helînê nekir.