Tirkiye di warê 'xizaniya zarokan de' di pêş de ye

  • 10:58 21 Nîsan 2018
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê xizaniya zarokan a bi şiddet her ku diçe zêde dibe. 
 
Navenda Lêkolîna Civakî û Aborî ya Zanîngeha Bahçeşehîrê (Betam) encamê lêkolîna ku derbarê asta xizaniya zarokan a li Tirkiyeyê de hatibû kirin parve kir. Betamê anî ziman ku li gor lêkolînê li Tirkiyeyê xizaniya zarokan a bi şiddet her ku diçe zêde dibe. Lêkolîn ji aliyê Doç.Dr Gokçek Uysal û Peywirdarê Lêkolînê Yazgi Genç hat kirin. Li gor nîşeya lêkolînê "Li gor pênaseya xizaniya zarokan a Yekîtiya Ewropayê di 2016'an de li Tirkiyeyê nêzî 7 milyon û 510 hezar zarok di nava xizaniya bi şîddet de dijîn".
 
'Zarok têr nikarin xwe germ bikin'
 
Li gor lêkolînê li Anatolyaya Rojava, Stenbol, Anatolyaya Navîn, Behraspî û Behrareş a Rojhilat di asta xizaniya zarokan de pêşketin çê dibe. Ev pêşketina bêtir ji ber di warê xwegermkirinê kêmasî, kêmasiya xwarinê çê dibe. Li gor lêkolînê "Li Rojhilata Bakurê Anatolyayê ji sedî 47 zarok, li Anatolyaya Rojhilata Navîn ji sedî 37,3 û li Behraspî jî ji sedî 36 zarok têr xwe nikarin germ bikin."
 
Tirkiye li dû welatên Ewropayê ma
 
Li gor lêkolînê ji sedî 40.8 zarok ji du rojan carekê nikarin goşt, mirîşk û masî û xwarinên bi protein bixwin. Her wiha ji sedî 43.4 zarok bi malbatê ku nikarin kiraya mala xwe, faturayê elektrik, av, gaz û dehnê krediyê bidin, dijîn. Li gor lêkolînê  Tirkiye li dû welatên Ewropayê dimîne.