‘Divê di binpêkirina mafên zarokan de hiqûqê pêk bînin’

  • 12:33 1 Nîsan 2018
  • Zarok
Duygu Cinîvîz
 
AMED - Bi tevlîbûna 32 baroyan ku Baroya Amedê maloavaniya wê dike ‘Komxebata Zarokan’ pêk tê.  Di komxebatê de binpêkirina mafan yên zarokan û pêşniyarên çareseriyê wê bên nîqaşkirin.
 
Bi banga Baroya Amedê re di nav de Baroya Edene, Semsur û Rihayê jî heye bi giştî 32 baro Komxebata Zarokan pêk tînin.  Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Îzmîrê Parêzer Îlke Erol ku tevlî komxebatê bû got: “Gelek tiştên di qada zarokan de bên kirin hene. ji ber vê em ê bên cem hev û  têkoşînê bimeşînin.”
 
‘Rojeva sereke zarokên me ne’
 
Îlkeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di qada zarokan de derbarê her mijarê de xebat tên meşandin û got: “Bi taybet mijarên îstîsmara zarokan, rewşa zarokên girtî, karkerkên zarok, zewaza zarokan,  binpêkirinên di çapemeniya civakî de li zarokan tên kirin û mafê jiyana zarokan, mafê perwerde û mafê tenduristiyê wê bibin rojeva sereke ya komxebatê.”
 
Îlkeyê bi lêv kir ku mijarên der barê zarokan de divê ji bo her kesî bibin rojeva sereke û di alî pêşeroja welat de wek di Danezana Mafê Zarokan de jî cih girtiye divê wek ‘berpirsyariya mirovahî’ bê dest girtin.
 
‘Divê em bi hev re têbikoşin’
 
Îlkeyê di berdewamiy aaxaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li dijî binpêkirina mafên zarokan têkoşîn tê dayîn û êrîşên lih emberî zarokan jî zêde bûne. Em wek hiqûqnas di têkoşîna li dijî binpêkirina mafan de bi biryar û israrin. Em li her derê Tirkiyeyê bi baroyan re dixwazin yekitiya hêzê ava bikin û pêş bikevin.  Divê di binpêkirina mafan a zarokan de hiqûq pêk bê. Divê ji bo vê em hewldanên xwe bidomînin.  Zarok li malê, li dibistanê li gelek qadên jiyanê rastî îstîsmarê tên.  îstîsmara zarokan di komxebatê de rojevek sereke ye. Emê xebatên xwe bi hevpîşeyên xwe re parve bikin.”